Nîhad Elmeşnûq wezîrê navxoyê Libnanê tekez kir ku biryara nederkirinê ya pêwendîdar bi penaberên Sûrî ya ji bal komîta Wezîran ve hat standin ji bo her penaberekî Sûrî yan welatiyekî Sûrî li Libnanê, û herwiha tekezî kir li ser ku rênimayên ji bo rêkûpêkirina derbasbûna Sûriyan bo Libnanê hatine standin, rênimayên awarte ne di kawdanên Libnan yên awarte ku têde dijî bi sedema qebarê mezin yên birayên penaber yên Sûrî li Libnanê. û Elmeşnûq got ku ew rênima nayên bi wateya “vîza” lê ew hin rênimayên destnîsankirî yên derbaskirinê ne, ku li gor wê kesên derbasbûyî têne dabeşkirin, ku her rênimeyek bo beşekî hatiye terxan kirin, û bo nemûne beşê Nexweşan û beşê xwendekaran û yê karker û geştyaran û yên biznismanan û xudanên xaniyan û kirêçiyên di Libnanê de û rêwiyên bi rêka firokxaneya Refîq Elherîr ya navdewletî û beşê Sûriyên niştecêbûna derveyî Libnanê wergirtine. Herwiha ev rênima hatine wergerandin wek pêrabûnan li rex rêveberiyên giştî yên asayîşa giştî û li ser derwazên Sînorî jî hatine belav kirin. herwiha Elmeşnûq amaje kir ku di destpêkê de hindek şêwandin peyda bûn bi sedema ku Sûrî yan Libnanî yanjî fermanber hêşta fêrî wan rênimiyan nebibûn, lê kêmasiyên peyda dibin wê bêne çareserkirin”. û got me qenciya Sûriyan derbarî mêhvandariya Libnaniyan ji bîr nekiriye di dema şerên di Ser Libnanê de dihatin, û em dê berdewam bin bo dabînkirina xizmetgozarî û pêdawistiyên wan bi mercê ku penaberên nû derbasî Libnanê nebin ji bilî di demên zor awarte de, di dema asayîşa giştî digel Wezareta karûbarên Civakî biryarê li ser bide”, û got:”her ji destpêka şerê Sûriyê ji Civaka Navdewletî me alîkarî nedîtine, bitenê bermayê alîkariyên Civaka Libnanî ya mêhvandar bo birayên Sûrî, û ev derfeteke ku Civaka Navdewletî bizavên xwe terxan bike bo pêdawîstiyên Libnanê her wek di karnameya hatî amadekirin ji aliyê wazereta navxoyî û ya derve û ya karûbarên komelayetî bi rêxistinên Navdewletî yên pêwendîdar re, ku Libnanê ew karname ji kongirê dewletên bexşîner re hilda “.
Jêder: Elyewm Elsabi’i