Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo, li ser lihevkirineka Tirkî Amerîkî tekez kir, ku ” wê artêşa Azad bête meşqkirin û biçekirin bo şerê rêxistina DAIŞ, hevdem digel şerê rêjîma Esed “.
Çawîş Oxlo amaje kir ku” Danûstandin digel Waşinton derbarê meşq û pêkanîna artêşa Azad nêzîkî dawiyê bûye, lê hêjî negihaye qonaxa mohrkirinê”, û got ku “hêjî rawêjkarî berdewam in li ser wirdekariyên vê mijarê “, û pêşbînî kir ku “di demekê kurt de wê rêkeftinek bête mohrkirin”.
Oxlo ew aliyên ku wê hêzên rahênankirî li dijî wan şer bikin, bi aliyên dibin” gef ji yekitiya Xaka Sûriyê re” destnîşan kirin, û balkişand ku ” hin rêxistinên terorîst û di pêşiyê de rêxistina DAIŞ û rêjîma Esed, gef in li ser ewlehî û aramiya Sûriyê, ku herdû bi şêweyek hovane xelkên bêguneh dikujin “.
Herwiha li gor axaftina Oxlo; “ku piştî kuştina mirovan, DAIŞ kuştinên xwe bi eşkerahî li pêşberî Cîhanê diyar dike, û ev kiryarên tawankarî û hovane li pêş çavên Cîhanê têne encamdan, û ji aliyekî din ve rêjîma Esed rojane bi sedan ji Sûriyan dikuje”.
Oxlo piştevaniya welatê xwe ragihand ji”agirbestê re, heta ku bo maweyê şeş heftiyan tenê jî be”, herwiha goman xist li ” ser rêzgirtin û pêgiriya rêjîma Esed ji cêbicêkirina pilana şanderê navdewletî bo Sûriyê Dî Mîstora, di dema ku rêjîm berdewamiyê dide kuştina Sûriyan li Helebê bi rêka êrîşên esmanî”.
û got : ” ku Dî Mistora berê jî pilan û pêşniyarên mîna vê bi xwe re tanîn, wê çaxê jî me piştgiriya xwe wek piransîb ji wan re radigihand, tevlî têbîniyên me li ser wan nemaze di warê cêbicêkirina wan de, ji ber ku agirbestin heta ku bo mawê rojekê jî be tê bi wateya rizgarkirina canê bi sedên kesan ji mirinê”.
Wezîrê derve cext kir li ser dîtina çareseriyeka binyatgerî li Sûriyê, di heman demê de balkişand ku “seqamgêrî û ewlehî û aştî li Sûriya bi jinavbirina Esed pêk tê, herwiha bi pêkanîna Hikûmeta yekîtiya Niştimanî ya giştgîr ku hemû pêkhateyên sûriyê tê de hebin “.
Jêder: Hevbendî+Anadol