Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê û bi alîkariya Yekîneya Encumenên Xwecihî û hejmarek ji rêxistinên Civaka Sivîl, bangek hawarçûnê şandin bo parastina penaber û mişextên Sûrî ji pêlên serma dijwar ku dibe bi ser wan de ji ber bahoza ku dîsa li deverê dide bê.
Guhdarên seqayê guman dikirin ku devera Rojhilata Navîn di rojên bê de bikeve bin bahozek dijwar ji berf û baranê. Ev yek gefê li mişextên hindirê Sûryayê û penaberên li dewletên cîran (Tirkya- Libnan – Urdin – Iraq) dixwe, bi hilweşîna konên wan, lehî, dijwariya gihiştina alîkariyên xwarin û nojdariyê .
Yekîneya Hevrêziyê, Encumenên Xwecihî, û rêxistinên Civaka Sivîl ku di bangê de beşdar bûne, tirsa xwe ji rûdana bûyerin boblatî mîna yên ku di dema bahoza berfî a berê de çêbûn anîn ziman, ku hejmarek ji zarokên kampan ji ber serme û kêmbûna alavên germkirinê jiyana xwe ji dest dan.
Herweha Bangê ji Netewên Yekbûyî, ajansên wê, û dewletên hevalên milletê Sûrî xwest ku bi lez û yekser bo parastina mişextên Sûrî di kampên Bakur de û penaberên di kampên Urdin û Libnanê de bilivin, û pêdiviyên sivikirina ziyanên bahozê mîna kon,betanî, cilên zivistanê, û alavên germkirinê pêşkêş bikin.
Yekîneya Hevrêziyê amadebûna xwe bi hemû nivîsgeh, enbar, karmend, û karînên xwe yên locistî bo hevrêziya bi çi aliyên bexşdar re ku bixwazin alîkariyên bilez pêşkêş bikin diyar kir, herweha karîna xwe di riya toreya hevparên xwecihî ji encumenên xwecihî, û rêxistinên civaka sivîl bo gihandina alîkariyan ji kesên hewcedar re li hemû deveran ragihand.
Jêder: Hevbendî