Bi dehan rewşenbîr, rojnamevan û çalakvanên Libnanî duhî sêşembê daxuyaniyek derxistin tê de nerazîbûna xwe ji kampanya nijadperestî ya dijî penaberên Sûrî li Libnanê diyar kirin, û bal kêşand ser kampanya nijadperestî ya bi serpereştiya wezîrê derve Cibran Basîl.
Daxuyaniyê anî ziman ko kampanya Basîl takekesên bêçek yên ko ji welatê xwe ji ber kirdeyên rêjîmê koçber bûne amanc dike, û destnîşan kir ko aliyekî Libnanî yê di desthilatê de, ji çend salan ve bi rêjîma Esed re di koçkirina miletê Sûrî de beşdar e.
Di daxuyaniyê de hat ko kampanya li hin şaredariyan çêdibe, digel hin pêrabûnên siyasî û yên rêveberî û ewlehî ko dezgehên dewleta Libnanê pêk tînin, tenê bo riswakirinê ye, tako rûniştina penaberan li Libnanê aloz bikin.
Daxuyaniyê got ku rûdawên sotandina çadiran û rawestandina penaberan û radestkirina wan bo rêjîmê, tekez dikin ko ew rêbazkirî ne ji bo berdaneke giştî, ya ku temamkirin e ji siyaseya têkbirina niştecihan re ya li Sûriyê bi xwe pêk tê.
Daxuyaniyê got: Ew kampanya ko Cibran Basîl serpereştiya wê dike, seqaya hindirîn jehir dike, û mezhebperestiyê gur dike, û got ku tiştê çêbû destdirîjî ye li ser penaberan ji bo tirsandina wan û dezgehên wan, û welatê me wek zordar diyar dike, û ew nerîna berê li ser Libnanê diguhere.
Yên daxuyanî imze kirine kampanya pirotesto kirine, û hişyarî ji metirsiya wê dane, ko wê dergehekî nebaş di dîroka Libanê ya nûjen de veke, û dê peywendiyên Liban û Sûriyê yên paşerojê xerab bike, û berî her tiştî ziyanê dighîne mirovîniya me. Li gor daxwiyaniyê .
Yên imzekirine daxwaza pêşkêşkirina daxwaznameyan ji dadgehan re kirine, û ji parêzer û rêkxistinên mafên mirovan daxwaz kirine ko tevbigerin tako kampaniyê rawestînin, û tekez bikin ko giring e pabendî bi yasayên lidijî regezperestiyê bibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî