Sînatorê cimhûrî û berbijêrê serokatiyê yê berê Con Makîn, piştgiriya daxwaznameya ku bi dehan ji karmendên wezareta derve imza kirine wek nerazîbûnekê ji siyaseta Koçka Sipî der barê Sûriyê dike, ew nameya ku daxwaza lêdanên leşkerî li dijî Esed dike, û got: daxwazname” emzayên kesayetiyên pir bibandor û pîşpîşe, wek balyozê berê li Sûriyê Robêrt Ford, yê ku xwedî rêzdariyeke berfireh e têde hene”.
Û Makîn bal kişand ser metirsîdariya tawanên ku Esed di derheqê Sûriyan dike û got:” di dawiyê de DAIŞ ne ew aliyê ku bermîlên teqîner bi ser bi hezarên sivîlan ji zarok û jinan de tavêje, û ne ew e aliyê ku çekên kîmawî ji bo kuştina bihezaran ji bêgunehan bi kar tîne, û ne ew e yê ku bihezarên girtiyan di zindanên wê de ne”.
Û Makîn dît ku ” ew felaketên ku rêjîma Beşar Esed dike, ne tenê rêjîma wî şêwandine, lê bandora wan li hevalbendên wî Îran û Rûsya jî bûye”.
Û Makîn siyasetên Obama tuhmetbar kirin ku wan siyasetan hiştiye mezintirîn şepêla penaberan di cîhanê de çêbibe, her ji şerê cîhanî yê duyem de, û Amerîka û Oropa tûşî êrîşan bû, û weha pêde çû: ” ev tişt ne ji xwe de bûn, lê ji encamên têkçûna siyasetên Obama ne, tevlî ku gelek nameyên nerazîbûnê jêre ji gelek kesayetiyên xwedan ezmûn û zîrek wek Petiryos û Kilînton û Banîta dihatin pêşkêşkirin”, û anî ziman ku wezîrê berevaniyê yê berê Liyon Banîta û serokê Acansa Nûçeguhêzên Navendî CIA ceneral Dêvêd Petiryos di sala 2011an de daxwaza rahênan û biçekkirina artêşa Sûrî ya azad kiribûn, ji bo bidawîanîna tiştên ku li ser xakê dibin, lê serok Obama ret kir.
Û Sînatorê Cimhûrî got ku encamên van siyasetan” Qa’îdê ji Iraqê ber bi Sûriyê ve bir, û ew rêxistin bû DAIŞ, û ev encamên ku em îro dibînin jê çêbûn”, û di encamê de” ev rewşa ne aram ya ku me berê pêşbîn dikir ku wê çêbibe çêbû”.
Û tê gotin ku bêhtir ji 50 diblomasiyên wezareta derva ya Amerîkî , daxwaznameyek navxweyî emza kirine, û têde bi tundî rexnê li siyaseta Obama li Sûriyê dikin, û ew agahî di riya rojnameya” Niyoyork Times” re, îna bûrî, ser devê berpirsekî ji wezareta derve ya Amerîkî hate veguhestin.
Û wan dîplomasiyan di daxwaznameyê de gotin ku karên tundûtûjî astengiyan datînin pêş siyaseta Amerîkî li Sûriyê, û hewcedariyeke mezin heye ku ” hêz bi şêweyekî aqilmendî bête bikaranîn, tevlî êrîşên asîmanî jî, bi şêweyekî ku piştgiriya pirosêsa siyasî bike û Amerîka bi rengekî mezintir têde xwedî bandor be “.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî daxwaza lêdana rêxistina DAIŞê û giringiya lêdana Esed di heman demê de ji Hevpeymana Navdewletî ya ku Amerîka ji destpêkê de serpereştiya wê dike kir, ji ber ku rêjîma Esed bingeha arîşeyê û jêdera rasteqîne ji terorê re ye.
Û Hevbendiyê dît ku piştguhkirina civaka navdewletî ji lêdana Esed û ruxandina rêjîma wî re, nagunce bi istiratîciya durust ya jinavbirina terorê re, û nîşan da ku lêdana DAIŞ bi tenê, heye ku bibe fakterek ji zêdebûna terorê re.
Jêder: Hevbendî + Acans