Wezîrê berevaniya Birîtanî Maykil Falon berpirsiyariya kuştin û birîndarbûna bi sedan sivîl roja sêşemba derbasbûyî ya êrîşa kêmwî ya hêzên Esed li ser bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib da ser milê Rûsya.
Falon di gotarekê de anî ziman ko di rojnama Sandayî Tayimz de belav bûye got: “Rûsya piştgira sereke ya serê rêjîma Sûriyê ye” li gora gotinên wî: Rûsya bi wekalet berpirsa kuştina her sivîlekî ye ji yên hefteya buhûrî di êrîşa kîmawî de ya ko hêzên rêjîmê li bajarokê Xan Şêxûn pêkanîne”.
Falon di gotara xwe de got: “eger Rûsya bixwaze xwe ji berpirsiyariya êrîşên demên tên bêrî bike, divê serok Filadîmêr Potîn bi sozên xwe pabend be û çekên Esed yên kîmawî tune bike û bi şêweyekî tekûz têkeve nav bizava Netewên Yekbûyî ya aştiyê”.
Falon helwesta Birîtanya di pêdiviya mana Esed de dubare kir û got: “yê ko bermîlên teqîner û çekên kîmawî ji bo kuştina miletê xwe bikar bîne, nabe ko serpereştê paşerojê yê Sûriyê be.”
Wezîrê berevaniya Birîtanî berdewam kir: “em îro hemû aliyan vedixwînin dîsa ser maseya danûstandinan ji bo bigihên peymanekê” û got: “peyman divê ji bo desthilatekê be ko rola Esed tê de tune be”.
Falon piştgiriya Birîtanya ji biryara Waşinton re ya lêdana firokxana Elşûeyrt li nêzîkî Humsê bi 59 mûşekên Tomahok wek bersiva êrîşa kîmawî ya li Xan Şêxûn, dubare tekez kir. bêtir got ku serokê Emerîka “ besiveke qenc da dema bi karê lêdana bi derbên leşkerî yên hûrbîn û bihêz rabû”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans