Rawêjkara Elmanî Encêla Mêrkel got: armanca bizavên diblomasî ji bo çareseriyekê li Sûriyê bibînin, tê de bobelat û derdên bêtir ji çar salan bidawî bînin “da çareseriyeke demdirêj ko Esed ne di nav de be pêk bînin.”
Mêrkil di gotarekê de li pêşberî Encûmena Cîgiran (Bondistag) doh çarşembê got:” mijar bi Sûriya bê Esed ve têkildar e ji bo bidawîkirina cengê, çênabe ko Esed parek ji çareseriya demdirêj be. ”
Her wiha nûnera Waşinton ya herdemî li bal Netewên Yekbûyî Samansa Bawer di daxuyaniyên ko ji Rojnamevanan re dan li dervî hola Encûmena Ewlekariya Navdewletî got:”eger hûn aştiyê li Sûriyê ji bo xelkê bixwazin, pêdivî bi qonaxeke veguhêz heye û divê Esed biçe”.
Balyoza Emerîkî jî li ser civîna koma piştgiriya Sûriyê ya navdewletî ya ko gerek sibe roja înê li Niyoyorkê çê bibe axivî û got: “Waşinton çavnêriya evê civîna wezîran dike û dê li pey wê jî civînek ya Encûmena Ewlekariya Navdewletî çê bibe û armanca me ko nerîneke giştî ji bo operasiyona siyasî ya veguhêz li Sûriyê misoger bibe. ”
Ji bo helwesta Emerîkî ji bo çarenûsa Esed, Bawer weha bersiva Rojnamevanan da”bi gumana min civîna roja înê dê ji bo nakokiyên li ser çarenûsa Esed be.”
Berdewam kir û got:”li ser qonaxa veguhêz û çawaniya şêweyê wê, ez bawer im ko gelek pirs hene û gelek tektîkên bi mijarê ve girêdayî hene, lê li gora dîtina Emerîka koçkirina Esed guman tê de nîn e” ”eger hûn aştiyê li Sûriyê ji bo xelkê bixwazin, pêdivî bi qonaxeke veguhêz heye û divê Esed biçe”.
Her wiha Sînatorê Komarî yê Emerîkî Con Makên got: Endamên Hevbeniya Islamî ya nû ko Siûdiyê ew damezirandiye li ser rûxandina Beşar sûr in bi qasî sûrbûna ko şerê Daişê bikin, çimkî metirsiya wî ji ya Daişê bêtir e.
Jêder: Acans