Mîrê Qeter Şêx Temîm kurê Hemed Alsanî îro li roja yekşemê di berahiya korbenda Dewha ya hivdehan de yê li paytexta Qeterê li Dewha li bin navunîşanê “geşepêdan û seqamgerî û kêşeyên penaberan” dar dikeve, gotarek pêşkêş kir û têde daxwaza çareseriyeke siyasî ji doza Sûriyê re û zêdekirina bizavên navdewletî kir ji bo çareserkirina kêşeyên penaberan.
Mîrê Qeter daxwaza terxankirina bizavên berdest ji civaka navdewletî kir ji bo dîtina çareseriyên bineretî û dadmend ji milmilane û ji şeran re yên dibin sedemên serekî bo peydabûna diyardeya penaberiyê.
Mîrê Qeter bal kişand ku “pêwîste çareseriyek siyasî hebe ji bo pêkanîna dadperweriyê ji gelê Sûriyê re yê ku derbas dibe di rewşekê de ku hîç miletekê din nedîtiye”, û balkişand ku doza penaberan girêdayî ye bi çarenivîsê bi miliyonan ji mirovan re û pîtedan bi wê bûye pêwîstiyek bilez ji tevaya civaka navdewletî re.
Mîr diyar kir ku niha 5 milyon penaberên Sûriyê hene ligor amarên navdewletî, herwiha ku ducar biqasî vê hejmarê koçberên di hindur Sûriyê bi xwe de û tûşî mergesatan dibin bi sedema şerê Esed yê li dijî gel her ji sala 2011an ve.
Ku nêzîkî 600 kesayetî ji welatên cuda û di nav wan hin serkirde û serokên hikûmeta beşdarî vî kongirî ne yê ku li maweyê du rojan dirêj bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat