Careke din Rûsiya dijî pirojebiryarekê ji bo dirêjkirina dema karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê li NY derket, û rê li pêşiya belavkirina raporteke lêkolîna navdewletî derbarê berpirsyaretiya rijêma Esed di ber bikaranîna wan çekan de girt.
Tê zanîn ku neh caran “vîto” ji aliyê Mosko ve hatiye bikaranîn li dijî her biryareke gunehbarkirina rijêma Esed, ku ev yek bûye cihê dilgiraniya nûnerên dewletên encûmena ewlehiya navdewletî.
Û goman hene ku encûmena ewlehiya navdewletî nikaribe dema karê komîta lêkolînan a navdewletî ya hevbeş di navbera NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî de berî bidawîhatina karê wê di heftiya bê de dirêj bike.
Ku raportê berpirsiyaretiya êrîşa 4’ê nîsana borî û bikaranîna gaza sarîn ya qedexekirî li bajarokê Xanşîxon, ya bibû sedema kuştina bi dehên sivîlan tevlî jin û zarokan, xistibû stûyê rijêma Esed.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa gotibû ku Rûsiya berdewam e di rêgirtina li pêşiya bizavên navdewletî yên bi armanca dadgehkirina tawanbarên şer, û tekez kiribû ku ew” tawanbaran ji sizayan diparêze û dergehan li pêşiya encamdana tawanên zêdetir vedike, bê tirsa ji ti encam û sizayê “.
Mistefa cext kiribû ku ev riftar tên bi armanca parastina rijêma Esed û bexşîna demeke zêdetir jê re ji bo kuştin û koçberkirina xelkê Sûriyê berdewam bike.
Li aliyek din, ” Conasan Alîn” cîgirê balyozê Birêtaniya li NY di vegotinekê de li pêş encûmena ewlehiyê gotibû ku Rûsiya hewil dide ” tawanên rijêma Esed veşêre “, û balyoza Amerîka li NY “Nîkî Hîlî” gotibû ku “her kesê rê li pêşiya armanca (dirêjkirina dema karê komîteyê) bigire, ew alîkariya bikarhênerên çekên kêmyayî dike.“
Zêdetir Hêlî weha got: ” ew alîkariyê ne tenê di misogerkirina mirina hejmarên zêdetir ji jin û zarokan dikin, lê belê ew alîkariyê dikin ji bo mirina wan bi dijwartirîn şêwazên mirinê yên tund û biêş bin “, û bal kişand ku ” divê tiştek li cem encûmena ewlehiyê giringtir ji nûkirina destûrdana lêkolîna navdewletî tunebe “.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat