Wezareta bergiriya hikûmeta Sûrî ya demkî hilmeta cêbicêkirina yasa “leşkeriya neçarî” ya milîsên “QSD” li ser ciwanên bajarê Minbicê li gundewarê Helebê şermezar kir.
Duhî roja sêşemê, Wezaretê di daxuyaniyekê de gotiye ku ferzkirina “leşkeriya neçarî” bi kotekî tişteke berovajî yasayên mafên mirov in, û ew yasayên milîsên “pyd” ê disepînin bi neheq dibîne ji ber ku bi awayekî neyasayî û bê raya gel hatine danîn.
Wezareta bergiriya hikûmeta demkî biryara leşkeriya neçarî ya milîsên “PYD”ê dibîne ku ew yasa” bi awayekî taybet di xizmeta niyazên wê yên cudaxwaziyê de ne, berovajî rewiştên gelê Sûriyê û piransîpên wê û sercem destûr û yasayên navdewletî û mafên mirov” .
Wezaret dibîne ku gelek serkirde û endamên “PYD” ê biyanî ne û ligor biryara encûmena ewlehiyê hejmar 2178 li ser wan “pênasaya çekdarên terorîst yên biyanî tê pesendkirin”, û wezaretê pabendiya xwe bi parastina hemû xelkê Sûriyê bêcudahiya netewî û olî tekez kir.
Di heman mijarê de, ” Encûmena Îslamî Ya Sûrî” kiryarên milîsên “QSD” şermezar kiribûn, û ew bi kopiyekê din ji rijêma Esed dîtibû, û daxwaza dijberiya wê ji desteyên şoreşgerî û siyasî û sivîl û leşkerî kiribû.
Hêjayî gotinê ye ku xelkê bajarê Minbicê rabûn bi gireveke giştî li dijî leşkeriya neçarî ya milîsên “QSD” li ser xelkê disepîne, hevdem ligel lidarxistina çendîn xwepêşandanan li gundên rojhilatê bajarê Minbicê yê ser bi parêzgeha Helebê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî