Îro roja çarşemê, Tora Sûrî ya mafên mirov raportek belav kir û têde 39 komkujî li tevaya Sûriyê dîkoment kirine, ku 27 ji wan li ser destê hêzên Beşar Esed hatine pêkanîn.
Û Torê di raporta xwe de amara komkujiyên li heyva çiriya pêşiyê ya borî diyar kiriye, û têde gotiye ku di pileya duwem de hêzên Rûsiya hatine bi encamdana 42% ji komkujiyan û hêzên Hevpeymaniya navdewletî hatine bi rêjeya 24%, û bal kişandiye ku bi rêjeya 59% ji wan komkujiyan li parêzgeha Dêrazorê hatine encamdan.
Herwiha ji aliyê Tora Sûrî ya mafên mirov ve, her ji destpêka sala 2017 an û heta heyva çiriya pêşiyê ya borî, 325 komkujî li ser destê aliyên karîger li Sûriyê hatine tomarkirin.
Di raporta Torê de kuştina 435 kesan hatiye, 145 ji wan zarok in û 85 jin in, anku bi rêjeya 53% ji qurbaniyan jin û zarok in, û piraniya kesên hatine armackirin sivîl in.
Û ligor raportê, hejmara qurbaniyên komkujiyan bi vî awayî hatine dabeş kirin: 93 kes ji wan, 28 zarok û 20 jin, li ser destê hêzên Esed, û 186 sivîl ji wan, 65 zarok û 35 jin, li ser destê hêzên Rûsiya, û 35 sivîl, 15 ji wan zarok in û 5 jin in, li ser destê rêxistina DAIŞ, û 104 sivîl, 37 ji wan zarok in û 25 jin in, li ser destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, û kuştina 17 kesên din li ser destê aliyin din.
Herwiha Tora Sûrî daxwaza raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgeha tawanên navdewletî û biryarên pêwîst bêne standin li dijî Esed ji encûmena ewlehiyê kiriye, û bal kişandiye ser giringiya sepandina sizayên bilez li ser sercem gunehbarên binpêkirinên berfireh yên dibin li ser mafên mirov li Sûriyê.
Tora navhatî daxwaz kiriye ji bo xistina milîsên şerker yên piştevanên hêzên Esed di pêkanîna komkujiyan de, di nav lîsteya terora navdewletî wek milîsên Îranê hizibulah û tabûrên Şî’î û Artêşa Bergiriya Niştimanî û şebîhe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî