Dewleta Danîmarkê bombebarana hovane ya ko li ser bajarê Helebê ji aliyê hêzên Esed û Rûsya pêktê pirotesto kir.Û nîgeraniya xwe da xuyakirin kir der barê bombebarana bêserûber a sivîlan dikuje û bajar wêran dike, ev di nameyekê de wezîrê derve yê Danîmarkê Endirsin Simolisin ji serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde re şand.
Simolisin di nameya xwe de, tekezî li ser berdewamkirina Danimarkê ji piştgiriya xwe re û sepandina fişaran li ser Esed kir, ji bo bombebaran û kuştina sivîlan raweste û rewşin guncayî peyda bibin ji bo çareserkirina siyasî li gora biryara 2254.
Her weha wezîrê derve yê Danimarkî tekezî kir li ser berdewamiya welatê xwe ji piştgiriya Hevbendiyê û Opozisyona Sûriyê re, û piştgiriya Rêkxistinên civaka Sivîl û polîsên azad li bakurê Sûriyê û rêkxistina berevaniya sivîl ya Sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî