Hevrêzkara Karubarên Lezgîn di Netewên Hevgirtî de Falîrî Amos di kurtenasînekê ji Netewên Hevgirtî re pêşkêş kiribû got: Tu karê hovane nemaye ku li Sûrî nebûye,û haydarî da ser bilindbûna hejmara kuştiyan ji meha Sibata bûrî de ku ji 100 hezar şehîdî gihişt 200 hezarî, hejmara birîndaran Melyonek derbas kir, û asta van hejmaran zû bilind dibe, û diyar kir ku 12,2 melyon Sûrî hewcedarên alîkariyên lezgîn ên xwarinê ne, anku nîvê hejmara xelkên welatê Sûrî ne, ku bê cî û war mane yan li welatên cîran bûne penaber, hejmara wan li hindirê Sûrî 7,3 melyon derbas kiriye, û li derveyî Sûrî 3 melyon derbas kirine. Amos bal kişand ku zarok û jin di rewşin xirab de dijîn, û di nav her pênc Penaberên Cîhanê de yekî Sûrî heye.
Jêder: Hevbendî – Ajans