Netewên Yekbûyî hişyarî da li hember metirsiyên li ser Rojhilata Navîn bi sedema berdewamiya operasyonên leşkerî yên bi destê hêzên rejîma Esad û Rûsya li dijî deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê.
Ev yek duhî hat di civîna awarte ya Konseya Ewlekariya NY de, ku roja sêşembê êvarî li ser daxwaznameyeke hevbeş ya Beljîka û Almanya û Kuweytê ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê hat lidarxistin.
Nûnera sekreterê giştî yê NY ya Karubarên siyasî “Rosemary de Carlo” ji endamên Encûmenê re got ku berdewamiya bombebaranê bûye “gef li ser ewlehiya herêmî”.
Wê got ku “divê vînek siyasî ya bi tevayî hebe ji bo çareseriyê, bi taybetî ku tundutîjî nehatiye rawestandin tevî bangên berdewam ji bo aştiyê”.
“Guterres,” Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, duh di axaftina xwe de ji rojnamevanan re got: “Ez ji ber zêdebûna şer li Idlibê û rewşa tirsnak bi giranî nîgeran im, bi sedema beşdariya hejmareke mezin ji aliyan, û heta di şerê li dijî terorê de, divê pêgirî bi temamî bi yasa navnetewî ya mafên mirovan, û yasa mirovan ya navnetewî bibe”.
Amerîka daxwaza gotûbêjkirina pirsgirêkên siyasî di civîna eşkere ya konseya Ewlekariyê de kir, ya li ser daxwaza Belçîka, Almanya û Kuweytê hat lidarxistin.
Hevbendiya Niştimanî, tekez kir ku Rûsya berpirsiyar e li hember operasyonên zêdegaviyan, û diyar kir ku rola wê “zalatir bû”, piştî bombebarana deverên nişteciyan û xalên kontrola Tirkiyê bi fermana wê ji aliyê rejîma Esed û milîsên din.
Û bal kişand li ser binpêkirina peymana Idlibê, ya ji bo rêxweşkirina pêkanîna agirbesteke sertaserî li tevaya Sûriyê.
Hewldanên ji bo pêkanîna fişaran li ser Ankarayê dupat dike, ji bo têkşikandina peymana Idlibê, ya ji bo rêxweşkirina pêkanîna agirbesteke sertaserî Sûriyê, ku hewldanên Moskowê dupat dike li ser berdewamiya çareseriya leşkerî ya xwîndar.
ku her ji 26’ê nîsana borî de, kara kampaniyeke leşkerî ya dijwar li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbend û milîsên terorîst yên Îranê tê pêkanîn, û tîma “kordînatorên bersivdanê” mirina 40 kesên sivîl, di nav de 11 zarok di hefteya borî de ragihand, ku hejmara sivîlên hatine kuştin her ji reşmeha borî ve, gihişt 769 sivîlan, di nav 221 zarok û bi dehên birîndaran, û tevlî koçberbûna 84904 malbatan, anku (551877) kes.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî