Netewên Yekbûyî, li ser zarê berdevekê xwe yê karubarên mirovî li Sûriyê, David Swanson, duhî li roja sêşemê ragihand ku êrîşên rejîma Esed bi bermîlên teqîner li ser devera “Qada Kêmkirina Êrîşan” li Idlibê, herî zêde û herî xirab bû her ji 15 mehan ve.
Swanson, di hevpeyvînekê de digel ajansa “Anadol” ya Tirkiyê diyar kir ku “Netewên Yekbûyî nîgeran e li ser zêdebûna tundutîjiyê li bakur-rojavayê Sûriyê, ku tê gelek hatine kuştin û mal û milkên wan hatine wêrankirin”.
Berdevkê Netewên Yekbûyî, nerazîbûna xwe xuya kir li hember bikaranîna bermîlên teqîner ji aliyê rejîmê li dijî deverên qerebalix, û got ku bikaranîna wan “cihê dilxelandinê ye”, û bang li rejîmê kir ji bo cêbicêkirina yasayên navnetewî yên girêdayî mafên mirovan.
Swanon got ku agahî hene ku cebilxanên cuda di van rojên dawiyê de ji aliyê rejîmê, di nav de bermîlên teqîner, di bombebarana hin deverên parêzgehên Idlib, Heleb û Hemayê de hatine bikaranîn, û bal kişand ku Netewên Yekbûyî pêdiviyên sereke ji bo sivîlan peyda kirine, heta ku şert û mercên ewlehiyê rê bidin.
Di heman çarçoveyê de, Berdevkê Ofîsa Kordînasyona alîkariyên mirovî li Netewên Yekbûyî, Jens Erkki, diyar kir ku Netewên Yekbûyî hest bi nîgeraniyek kûr dike li hember xirabûna rewşa mirovî û ziyanên medenî û zirarên gihiştîn navendên bingehîn û giring li devera kêmkirina êrîşan li Idlîbê.
Herwiha ku Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres, pêr duşemê operasyonên bombebarana berfireh li ser deverên nişteciyan û navendên giring li gundewarê Idlib û Hemayê şermezar kiribû, û bang ji bo parastina welatiyên sivîl û pêbendbûna bi peymana agirbestê kiribû.
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, li tweetekê de bang li serok Donald Trump kiribû, ji bo li hemberî komkujiyên rejîma Esad li dijî sivîlên Sûriyê raweste, û daxwaza rawestandina êrîşên leşkerî li Idlib û parastina welatiyên sivîl kiribû.
Û Desteya Danûstandinê ya Sûriyê jî, bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kir, ji bo lidarxistina civîneke lezgîn ji bo rawestandina şerê dijî Idlibê, û hişyarî da ji çêbûna pêleka koçberiyê û bobilateka mirovî ya çavrênekirî, di dema ku Rûsya û hêzên rejîmê bimînin berdewam li ser topbarana Idlibê û deşta bakurê Hemayê.
Tê zanîn ku êrîşên berdewam ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê di çend rojên borî de bûne sedema koçberbûna 300 hezar kesî, û ketina bi dehên şehîd û birîndaran, û 4 nexweşxane ji kar ketin bi sedema bombebarana hovane, û hejmarek ji bajarokan hatin wêrankirin, hevdem digel armanckirina kampan û rêyên sereke.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî