Netewên Yekbûyî duh Sêşembê ragihand ku Fercînya Camba pirsyara binav û deng di vekirina çekan de li Netewên Yekbûyî wê lêpirsîneke navdewletî birê ve bibe, armanca wê destnîşankirina pirsyariya êrîşên çekên kimawî li Sûryayê ye.
Ji bilî Camba di komîta sêyane de herweha Ediryan Nîrîtanî ji Elbanya, û îber Hard Sikanza ji Elmanya jî di lêpirsînê de beşdar in, li gor ku berdevkê bi navê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Docarîk ragihand.
Serokê Hevbendiya Niştmanî Sûrî Xalid Xoce berî niha bixêrhatin bi hemû erkên bo pêşkêşkirina pirsyaran li ser êrîşên çekên kimawî li Sûryayê bo dadweriyê kiribû, ew jî piştî erîkirina li ser biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2235 ku roniya kesk dide bo pêkanîna awayekî bo lêpirsînek hevbeş jibo destnîşankirina berpirsên li ser bikaranîna çekên kimawî li Sûryayê .
Herweha Xoca tekez kir ku gunehbar hîn berdayî ne, û bêtir kuştraran li hemû perçeyên Sûrî pêk tînin, piştî du salan ji kuştara mezin li Xûta Rojhilatî nêzî şamê û bêtir ji 1400 şehîdî û hezarên birîndaran di 15 tebaxê de sala 2013an ketibûn, piştî wê jî bêtir ji 120 êrîşan bi bikaranîna xaza kilor dijî sivîlan pêk hatin.
Xoca destnîşan kir ku divabû biryara 2235 rastiya ku tawankarên rastîn berpirsê rejîma Esed in paş guh neke, di nav de jî tawankar Beşarê Esed, ku desthilatî li gel wan heye ku fermana êrîşan bidin, ku heman kesan dûv re beşek ji çekê tawankariyê radestî rêxistina qedexekirina çekên kimawî kirin, ew jî di bin zextên ku ji ber erêkirina biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2118 rawestian.
Xoce bal kişand ku divabû Encumena Ewlehiyê û li gor biryara nemre 2118 pêrabûnin dijwartir li ser rejîma Esed û di bin bendê heftan de ji belgeya Ntewên Yekbûyî ferz kiriba , ji ber bikaranîna berdewam ji çekên kimawî re di çarçoveyeke tengtir de tirsin cedi diafirîne, ku ev mercên berbiçav bi yekcar pêk nehatibin.
Herweha tekez kir ku parastina sivîlan li Sûryayê ji kuştarên rejîmê berpirsiyeke navdewletî ye, û hêviya xwe ku ev awayên nû dawiyekê ji vî beşê êşdar û ne mirovahî ji êşa milletê Sûrî re deyne anî ziman, eger dilxwazî bo vegerîna baweriyê di erkên NetewênYekbûyî de bo gihiştina çareyek siyasî hebe.
Jêder: Hevbendî