Netewên Yekbûyî texmîn dike ko di dema bê de qebareya parên xwarinê yên ko digihên Penaberên Sûrî li Dewletên Cîran kêm bibe, ew jî bi sedema ko Dewletên piştgir qebareya piştgiriyê kêm kirine.
Netewên Yekbûyî anî ziman ko ew piştgiriya Dewletan dida Penaberên Sûrî ji qeyranin din re li Herêmên corbicor wek ji bo nexweşiya “Îbola” li Efrîqa hatin şandin.
Herweha Netewên Yekbûyî texmîn dike ko Penaberên Sûrî li Kampa Elze´iterî li Urdinê dê para wan kêm bibe, û ji destpêka evê salê de zehmetiyê bikêşînin. Programê Cîhanî yê xwarinê anî ziman ko tu alîkariyên xwarinê yên pêdivî ji bo meha Sibatê nîn in, bi taybetî bi rewşa seqa ya ne xweş re, ku pêşkêş bike.
Berdevka Programê Cîhanî yê xwarinê Ebîr Etîfa got: hişyariya Program di meha Çilê pêşî de derbarî rawestandina alîkariyan ji bo Penaberên Sûrî dabû, derfet da danheva Pereyan ku ew pere wê bihêlin Program bi alîkariya Penaberan çend mehên tên pabend be.
Etîfa tekez kir ko Program di dema bê de tenê wê 70% ji para xwarinê ya ko berê dihat pêşkêş kirin bide, ji ber nebûna perepêdana ku bihêle piştgiriya bi temamî bibe.
Berdevkê da xuyakirin ko ev tiştê ha Penaberênên li kampa Ze´iterî û Ezreq li Urdinê awarte dike, çimkî ew nikarin derkevin û nikarin kar bikin.
Etîfa texmîn kir ko piştgiriya darayî wê di evê salê de kêm bibe û pêdiviyên Penaberan bi cih nayine, û hişyarî da wê bandorê bi neyênî li ser rewşa tenduristiya Penaberan bike.
Jêder: Elcezîre +Hevbendî