Rêjeya mirinê di nav zarokan de li kampên di bin kontrola milîsên “PYD” de zêde dibe, ji ber kêmxwariniyê û nebûna pêdawîstî û xizmetên tenduristiyê her ji destpêka kampanyaya leşkerî ya dawî de li dijî çeteyên DAIŞê li rojhilatê Sûriyê.
Duhî roja pêncşemê, daxuyaniyek derket ji aliyê Komîteya lêpirsînê ya Netewên Yekbûyî derbarê Sûriyê, û têde mirina 240 zarokî eşkere kiriye ji encama nebûna şert û mercên tenduristiyê li kampên di bin kontrola milîsên “PYD” de.
Serokê Komîteya Lêpirsînê, Paulo Sergio Pinheiro, li baregeha Netewên Yekgirtî li New York ragihand ku rewşa li kampa “Hol” ya li parêzgeha Hesekê, “pir xirab e”, û kesên hatine binçavkirin di şert û mercên nemirovane de dijîn.
Di daxuyaniya Komîyeya Lêpirsînê de hatiye ku 73000 kes di şert û mercên nemirovane yên “tirsnak” de dijîn, di kampekê de ku tenê ji bo vehewandina deh hezar kesî hatiye damezrandin, û 92 ji sedî ji wan jin û zarok in.
Di daxuyaniyê de hatiye ku 3,500 zarok di kampê de bê belge ne, hinek ji wan di bin gefa mana bê regezname de ne, heger dewletên Ewropayê vegera hemwelatiyên xwe qebûl nekin û regeznamaya wan ji wan bistîne, û tekez kiriye ku zarokên bêjî di nava zarokan de hene, ji encama destdirêjiya sêkisî ne, 335 zarok ji wan wek “bêxwedî” hatine qeydkirin.
Netewên Yekbûyî bang li “milîsên PYD” kiriye ji bo hêsankirina rê li pêşiya derbasbûna rêxistinên mirovahî ji bo bigihên niştecîhên di nav kampê de, û bal kişandiye ku ti nîşan nînin ku ew koçber dikarin bi azadî bigerin tevlî ku piraniya wan welatiyên Sûrî ne û ji ber şer û pevçûnan revîne.
Komîteya Navnetewî ya Lêpirsînan ya serbixwe ya taybet bi Sûriyê; ji aliyê Encûmena Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî hatiye damezrandin, her ji adara 2011’an ve kar dike ji bo dûvçûn û belgekirina hemû binpêkirinên yasa navnetewî li Sûriyê.
Tê zanîn ku kampa Hol ji nîsana 2017’an ve ji aliyê çekdarên “PYD” ve hatiye avakirin, ji bo sivîlên reviyayî ji şer û pevçûnan li dijî rêxistina DAIŞê, tevî malbatên çeteyên rêxistinê, yên xwe radest kirine, û tevî ku rê vekirî ne ji bo ew malbat bikevin kampê, lê reftar bi awayekî xirab ligel wan dibe, ku heta îro nêzîkî 100 zarokî û 10 jinan mirine ji ber xirabiya rewşa kampê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî