Stîvan Dogrîk berdevkê fermî bi navê Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon, doh Duşembê, Rêjîma Esed bi danîna astengiyan li pêş gihandina derman û pêdiviyên bijîşkî ji bo sivîlên dorpêçkirî tawanbar kir.
Dogirîk di kongirê rojnamevanî yê li bargeha Rêkxistina Navdewletî doh li Niyûyork got ku “Rêjîm rê nade ko alavên bijîşkî û derman hebin di nav karwanên hawarhatinê yên hevbeş yên ko dezgehên Netewên Yekbûyî ewan ji bo herêmên dorpêçkirî li Sûriyê dibin”.
Hem hişyarî da li ser wan kiryarên rêjîma Esed yên ku dihêlin “derd bêtir bibin û xelk bimirin.”
Di derbarê ravekirinên ko rêjîm nahêle dermanan û alavên bijîşkî derbas bibin, berdevkê Ban Kî Mon got: “hêj ew ravekirin negihane me, lê Netewên Yekbûyî berdewam fişarê dide ser rêjîmê ko hemû pêdiviyên derman û alavên bijîşkî jî di nav karwanên alîkariyên mirovî re derbas bike”
Rêjîma Esed di nehê evê mehê de nehişt karwanên Xaça Sor ya Navdewletî derbasî bajarê Dareyya li Gundewarê Şamê bibe, û Xaça Sor pirotesto kir û di daxuyaniya xwe de got ko pêşinde ji hemû aliyan erêkirin wergirtine ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ên pêşî ji bo Dareyya ji gava ko sala 2012an ew dorpêç kirine. Dît ko nehêlana Karwanê bi Şîrê Zarokan û alîkariyên bijîşkî barkirî bobelatek e.
Di heman çaxê qedexekirina derbaskirina karwanên alîkariyan bo Dareyya hêzên Rêjîmê bi topên Hawinê bajar bombebaran kirin li gora Encûmena xwecihî ragihand du sivîl bav û Kurê xwe hatin kuştin.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê dibîne ko nehiştina Hêzên Esed karwanên mirovî ji bo bajarê Dareyya derbas bibin û amanckirina sivîlan ev “tawankariyeke cengê bi mebest e” û ev tekez dike ko rêjîm ne jidil tê danûstandinan.
Nêrebiyê got gerek Encûmena Ewlekariyê çareseriyine din ji bo parastina miletê Sûrî bibîne û sînorekî ji henekpêkirina Esed ji Operasiyona siyasî re deyne.
Hevbendî+Enadol