Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Ducarîk diyar kir ko 59 dezgehên tendiristî di 6 heyvan de li Sûriyê hatine bombebarankirin.
Di kongirê xwe yê rojnamevanî de Ducarîk nîgeraniya xwe derbarê amanckirina rojane ji sivîlan û dezgehên sivîl re diyar kir, û got ko di hefteya borî tenê de 8 êrîş li parêzgeha Idlibê hatine pêkanîn, di encama êrîşa li ser sûkeke gelêrî de, roja 24 cehzeranê, deh kes tevlî jin û zarokan hatine kuştin.
Ducarîk êrîşa li ser sivîlan û dezgehên sivîl pirotesto kir, û tekez kir ko 136 dezgehên tendiristî sala borî bombebaran bûne, û di encamê de 31 karmendên tendiristiyê hatine kuştin.
Her weha belavoka “The Lancet” ya Birîtanî ya bijîşkî, anî ziman ko 402 êrîş hatine tomarkirin û piraniya wan xwîndar bûn, têde jêrxanên tendiristî ji çêriya duyem 2015 heta çileyê pêşî 2016ê li Sûriyê di şerê ko rêjîm li dijî milet ji şeş salan ve pêktîne hatine amanckirin.
Yên ko ev vekolîn amade kirine, hişyarî dan ko “ev istiratîciya bikaranîna tundûtûjiyê bi mebest li Sûriyê ji bo nehêlana bidestxistina guhdana bijîşkî anjî sînordarkirina wê, gihaye asteke herî bilind”. Û destnîşan kirin ko ji despêka vekolînê de ta niha, 677 kes ji karta tendiristiyê birîndar bûne û 361 kes hatine kuştin.
Ev agahî hatine bidestxistin ji girûpekê li ser malpera Watsapê ko hejmara wan 293 kes e, û li ser 350 desteyên tendiristiyê li Sûriyê hatine belavkirin, ev Tore ji hêla tîmekê bi ser Netewên Yekbûyî ve ko bargeha wê li Tirkiyê ye tête piştgirîkirin, û karê hevrêzkariya alîkariyên mirovî bi Netewên Yekbûyî re ji bidehan rêkxistinên nefermî re li Sûriyê dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans