Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon û Serokê Komîta Navnetewî ya Xaça sor Pîter Morîr; doza bidawîanîna rizgarîbûna ji sizakirinê û bidawîkirina arzandkirina jiyana mirov û nûkirina pabendiya bi yasaya navdewletî kirin.
Ban Kî Mon û Morîr di daxuyaniyeke hevbeş de li ser kuştara berî du rojan ko Rêjîma Esed li Dûma pêk anî û li ser amanckirina sivîlan û herêmên niştecihan û binpêkirina yasaya navdewletî axivîn. Berdewam kir; berdewamiya tundiyê dide xuyakirin ko çareseriya siyasî li Sûriyê pir giring e, gerek tundî biraweste, tekez kir ko çareseriya leşkerî ne li Sûriyê û ne li çi cihekî din nabe.
Daxuyaniyê destnîşan kir ko zêdegavî bûne normal û heta pleyeya metirsî çêbûye ku xelk bigihêne baweriyê ko bombebarana sivîlan û amanckirina karmendên bijîşkî û mirovî û êrîşên li ser Dibistan û Nexweşxane û Perestgehan di şeran de mijarek bêçare ye.
Daxuyaniyê hişyarî da ji bo rawestandina bikaranîna Bermîlên teqîner li ser herêmên tije xelk û doz li civaka navdewletî kir ko piştgiriyê bêtir bidin Koçber û Penaberan. Diyar kir ko civîna bala ya cîhanî ji bo karê mirovî ya ko li Istanbolê di Eyara dahatî de çê bibe, dê mijara parastina sivîlan têde tewera serekî be.
Her wiha daxuyaniyê doz li endaman kir ko bêtir pabend bin û ji bo aştî û ewlekariyê biparêzin beşdar bibin, ji bil wisa dê bêtir derd û gelemşe bêtir bibe. Tekez kir ko ceng bendên zagonên wê hene û dema cîbicîkirina ewan bendan hatiye.
Daxuyaniyê anî ziman ko yasaya navdewletî ne çareserî ye, lê navgîn e ji bo sivikirina ziyanên ko ji ber cengê çêbûne.
Jêder: Hevbendî +Acans