Şandyarê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora, doh Duşembê êrîşên asmanî yên Firokên Rêjîmê li ser bazareke gelêrî li bajarê Dûma li Xûta Şamê pirotesto kir. Ku di encama êrîşê de nêzîkî 120 kesan şehîd ketin.
Dî Mistora got bombebarankirina Rêjîma Esed ji bajarê Dûma re pir-wêran bû. Bêtir got ku êrîşên li ser herêmên sivîlan û avêtina bombên asmanî û sotinkar bi gelemşeyî mijareke yasaya navdewletî ewê qedexe dike. Diyar kir”bombe li xelkên hevwelatî li sûkeke Dûma ketin û bêtir ji sed kesî kuştin”. Tekez kir ko tu caran nayê pejirandin ko Rêjîma Esed miletê Sûriyê bi çi behaneyê bikuje.
Netewên Yebûyî “behitîbûna” xwe derbirrî ji êrîşên asmanî yên Rêjîma Esed li ser Dûmayê û got ku ev nayê pejirandin..
Her wiha Nûnera bala ya siyaseta derve û ewlekariya Yekîtiya Ewropî Fîdîrîka Mogîrînî di daxuyaniyeke hevbeş digel Nûnerê Yekîtiyê yê karûbarê hawarhatinê û birêveberiya qeyranan Kirîsto Sistîlyalnîdis daxwaz kir ku divê Dibistanan, Bazar û Nexweşxanan ji operasiyonên leşkerî bêalî bikin. Çimkî giring e xelk li Nexweşxanan di rewşeke ewle de bin da bikaribin alîkariya bijîşkî wergirin ji bo bijîn.
Daxuyaniyê diyar kir”ji destpêka meha Tebaxê ve bi kêmanî neh Nexweşxane li herêma Idlib hatine bombebarankirin û sivîlan li Dûma ziyan dîtine û li Zebedanî û cihên din bêtir ji 100 hevwelatiyê Sûrî ji nav wan zarok û jin jî hatine kuştin.”
Daxuyaniyê berpirsiyariya tundûtûjiya bûyerên dawî ko li Idlib, Zebedanî û Dûma çê bûn da ser milê rêjîma Esed û çeteyên ko digel wî û Rêkxistina Daiş.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce di kongirê rojnamevanî yê doh de ji bo kuştarên Esed li Dûma got ; çi çareseriyên siyasî û aştiyane bi hebûna kuştarên rêjîma Esed dike û Tawankar bê sizakirin dimînin, wê çi wateya wan tune be. û Tekez kir ko hevrêzî digel hemû alayan de heye da pêngavên parastina sivîlan cîbicî bikin û rê li ber Rêjîmê bigirin da bêtir kuştaran neke.
Xoce tekez kir giring e sivîl di herêmên rizgarbûyî de dabîn bibin û piştgiriya doza çêkirina herêmên aram bibe.
Jêder: Hevbendî+Acans