Şûnkarê emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî yê karûbarê mirovî û hevrêzkarê karûbarê hawarhatina awarte Mark Lokok, tekez kir ko nêzî 3 milyon kes li Sûriyê hêj li herêmên dorpêçkirî yên ko gihandina wan diwar e dijîn, û tekez kir ko berdewambûna êrîşên asmsanî li ser herêma Xûta rojhilat li gundewarê Şamê hişt ko derfetên gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê aloz bibe.
Lokok di rûniştina Encûmena Ewlekariyê de duh duşembê, hişyarî da der barê “bilindbûna hejmara nexweşên kêmxwariniyê li nav zarokên Xûta rojhilat digel ko bêtir ji 400 nexweşên din hene pêdiviya wan bi derketina ji bo dermankirinê heye”.
Berpirsiyarê navnetewî got ku ” berdewambûna pevçûnan û binpêkirina yasaya mirovî ya navdewletî dihêlin ko hewcedariyên mirovî çêbibin.” Û got ko sivîl li herêmên corbicor zehmetiyan dibînin û bi taybetî li rojhilatê welat.
Berpirsiyarê navdewletî di gotina xwe de ya li pêşberî endamên Encûmenê, nîgeraniya xwe diyar kir ji bandora pevçûnan û derbeyên asmanî li ser sivîlan û jêrxana sivîl li parêzgeha Reqa ya ko bû sedema kuştina bi dehên sivîlan di heyvên dawiyê de.
Lokok got ku rêkxistina navdewletî ya koçberiyê agahî dane ko ” dora 350 hezar kesî ji tebaxa borî de ji Dêra zorê derbider bûne, û 250 hezar kes ji wan yên çêriya pêşî ne, û got ku nêzîk 50 hezar Sûrî hêj li biyabanê li ser sînorê Sûriyê û Urdun asê mane.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiyê