Şandyarê Taybet yê Netewên Yekgirtî Bo Sûriyê roja pêncşembê daxwaza ragehandina agirbesteke mirovî ya bilez li Xûta rojhelat kir, û tekez kir ko rewşa mirovî bêtir ketiye metirsiyê de.
Îgland anî ziman ko dawîtirîn karwanê alîkariyan yê derbasî herêma dorpêçkirî bûye, di 28 ê Novembera borî de bû, her weha çi alîkariyên mirovî û bijîşkî ji çi herêmên dorpêçkirî re nehatine, û got ko pirosêsa derkirina niştecihan ji çileyê yekem yê borî ve rawestiyaye.
Îgland di kongirekî rojnamevanî de li Cinêvê diyar kir ko ‘’rêdana rêjîmê ji derbaskirina karwanên alîkariyan re ji sê salan ve gihiştiye asta herî nizim. ‘’
Îgland got ‘’ di çileyê pêşî 2017ê de û di çileyê paşî 2018ê de yek karwan ji heyberên hawarhatinê û xwarinê yên ko jiyanê rizgar dikin negehane herêmên dorpêçkirî, û ev asta herî nebaş e ji sê salan ve me dîtiye ‘’.
Herêma Xûta rojhelat ya ko dora 400hezar sivîl lê dijîn rewşeke mirovî ya herî xerab dijî, çimkî herêm ketiye ber dorpêçeke tund ji hêla hêzên Esed ve ji 2012ê ve, û rêkxistina lêborîna navdewletî di raporteke xwe ya berê de tekez kiriye ko rêjîmê li wir tawankariyên mirovî derheqê sivîlan de pêk anîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans