Rûsya û hêzên rêjîmê bombebarana xwe li ser herêmên sivîlan berfirehtir kirine, ko hin herêmên nû li gundewarê Heleb û Hemayê lê zêde kirine, di encamê de bi dehan sivîl ji nav wan zarok û jin kuştine.
Dezgehên ragihandinî yên xwecihî gotin 20 kes şehîd ketine û sîh birîndar bûne, bi sedema bombebarana Rûsî û topbarana hêzên Esed li ser gund û bajarokên gundewarê Heleb yê başûr û bombebaran giha bajarok û gundê Mişêrfa Cezraya.
Her weha firokên Rûsî di êrîşên xwe de bombeyên goşî li ser gundin din li gundewarê Helebê bikar anîne wek ‘’Um Elkramîl, Elziyare, Til Eloş û Zumar ‘’
Çalakvanan ji Idlib bal kişand ser ko bombebaran giha bajarê Seraqib û ewê hişt ko beşekî mezin ji xelkê bajêr ber bi herêmine din birevin ko bêtir aram in, diyar kirin ko hejmara şehîdan giha şeşan ji nav wan du xwebexşên berevaniya sivîl in.
Her weha bajarê ‘’ Kefer Nibûde‘’ li gundewarê Hemayê ket ber êrîşên firokên Rûsî di encamê de heşt sivîl şehîd ketin û hinên din birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko hêzên rêjîmê û hevalbenda wan Rûsya di siyaseta kuştin û derbiderkirinê de berdewam in.
Hevbendiya Niştimanî bêtir got ko kuştina berdewam digel her êrîş û bombebaranê ye, û gelek wêranî û bêserûberî û derbiderî û koçkirin heye, û roj bi roj ji cîhanê re diyar dibe ko rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûs û Îranî ji kuştin û tawankariyan pêve nizanin, û çi tevgera li ser asta siyasî tenê dengpêxistinek ragehandinî ye ji bo wendakirina demê .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî