Di encama êrîşên balafirên şer yên ser bi rejîma Esed ve bi bermîlên teqîner, 20 welatiyên sivîl ên di otombîlên veguhestinê de bûn şehîd ketin, her weha gundek li başûrê Heleba bakurê Sûriyê bombebaran bû.
Hin çalakvanan gotin ku axilbe ew balafirên şer Rûsî ne, otombîlên koçberan li ser rêya derdora gundê Til-Hidye bombebaran kirin, û di encamê de heft welatiyên sivîl şehîd ketin û dehên din jî birîndar bûn. Herwiha 7 welatiyên din roja Pêncşemê di encama ketina bermîlên teqîner li ser gundê Hiwêr El-Îs li devera Çiyayê Seman li başûrê Helebê li Bakurê Sûriyê şehîd û birîndar bûn .
Rêveberê Nivîsgeha pijişkî li gundewarê Helebê Xelûf El-Mihemed di daxuyaniyekê de ji ajansa Smart re got ku balafirên şer bermîlên teqîner avêtin ser Hiwêr El-Îs li devera Çiyayê Seman li başûrê Helebê, û di encamê de welatiyek hate kuştin û 2 welatiyên din jî birîndar bûn, û birînên hinan sivik bûn û yên hinan giran bûn, û piştre ji bo nexweşxaneyekê li gundewarê Helebê hatin veguhestin.
Mihemed lê zêde kir ku balafirên şer yên ser bi Rûsiya û rejîma Esed ve pev re gund û bajarokên gundewarê Helebê yê başûr û bi awayekî berdewam bombebaran dikin, di heman dema wan deveran ji baregehên hêzên rejîmê û milîsên ser bi wê ve topbaran dike.
Û Nivîsgeha pijişkî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku ambulansan ji wan re pêşkêş bike, piştî ku rêxistina El-Ewsem amulansên xwe li gundewarê Helebê ji wan standin, û destnîşan kir ku ew rastî zehmetiyan tên di veguhestina birîndaran ji deverên gundewar bo nexweşxaneyên nêzîk û otombîlên normal bikar tînin da ku birîndaran veguhezin.
Û bi sedema tûndiya şer û operasyonên leşkerî ji hêzêzn rejîma Esed re, derdora 150 kes ji gundên başûrê Helebê di dema du mehên derbasbûyî koçber bûne, û derdora 60% ji wê deverê jî hatiye wêrankirin û xala tekane ya Nahiya Til- Eldeman bi awayekî tekûz ji derveyî xizmetê ne, herwiha hejmareke dibistan û jêrxane hatine wêrankirin û hejmarek welatî hatin kuştin û birîndarkirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî + Smart