Pawlo binhîro serokê komîta lêkolînan ya NY bo belgekirina tawanên şer di Sûriyê de tekez kir ku kiryarên wek yên Esed bikar tîne di birçîkirin û dorpêçkirinê de “yasa mirovahiya navdewletî wan di dema şer de qedexe dike û tên pesendkirin wek binpêkirin ji pêgiriyên mafên bingehîn yên mirov derbarê mafê wî di xwarin û saxlemiya gunca de û mafê wî di jiyanê de zêdebarê erkê taybet bo çavdêriya pêdivî ji zarokan re”.
Tevî derbasbûna alîkariyên hawarhatinê wek hatibû ragihandin, ku îrojî xalên pizîşkî li Medaya mirina ciwanek ji birçînê ragihandin ku binavê Elî Oker bû ji koçberên bajarê Zebedanê yên bi neçarî koçberî Medaya bibû. Binhîro got ku duhî xelkê Medaya lêkolînerên rêxistina navdewletî agehdar kirin ku hejmarek ji xelkê bajêr hatine bêparkirin ji xwarin û dermanan ku ji birçînê dimirin – ku ev binpêkirine ji yass navdewletî re-.
Binhîro nîgeraniya xwe anî ziman derbarê rewşa mirovî li Medaya û got: “di çarçovê lêkolînên me de komîta niha pêwendiyên rasterast bi xelkên li Mrdaya dijîn re dike, ku zanyarên wird pêşkêş dikin li ser kêmbûna xwarin û av û pizîşkên şehreza û dermanan, ku bûne sedemê peydabûna xirabtirîn doxên xwarina xirab û doxên mirinê di nav komeleya kesên lawaz de di bajêr de”.
Binhîro got ku “kiryarên dorpêçkirina di sirûşta xwe de nişteciyên sivîl armanc dike bi rêka rasthatina wan bi birçîbûn û bêparkirina wan ji derman û xizmetgozariyên serekî”. Li aliyek din peyvdarê Xaça Sora navdewletî Bafil Kirêzîk got ku “birastî tişteke gelek nexweş e dema tu rewşa xelkê dibîne, berî kêlîkekî keçeka biçûk li hember min hat û ji min re got we xwarin anî ye?…Em gelekî birçî ne”.
Herwiha Rêxistina saxlemiya navdewletî got ku wan daxwaz ji rêjîma Esed kiriye ji bona rê bidin bo şandina kilîngehên pizîşkî yên veguhêz û şandina tîmên pizîşkî bo Medays ji bona nirxandina qebarê kêmxwariniyê û raguhestina xirabtirîn doxên xirab. Îlzabêt Hof nûnera Rêxistina saxlemiya navdewletî ya ku digel karwanên hawarçûnê bû di hindur Medaya de li ser zarê pizîşkekê xwecihî got ku di navbera 300 hetsa 400 kesan de pêwîstiya wan ya bilez bo çavdêriya pizîşkî heye.
Herwiha pisporên yasanas gotin ku qedexekirina xwarinê û bikaranîna wê wek çek ji aliyê rêjîma Esed dibe ku bête şirovekirin wek tawana şer yan tawaneke dij mirovahiyê yan bi herdukan.
Jêder: Hevbendî+ Roytirz