Netewên Yekgirtî tekez kir ku kiryarên koçberkirinê yên rijêma Esed li çend navçeyan pêk tîne digehêjin asta tawanên şer, ji ber ku bi neçarî dibin.
NY bal kişand ku yadeşnameya “Sivikirina Asta Pevçûnan” (ya hatî red kirin ji aliyê opozisyona Sûrî ve), armanckirina sivîlan ranewestand, herwiha hêjî qedexekirina gihiştina alîkariyên mirovî bi awayekî pêrewkirî nemaze ji aliyê hêzên Esed û milîsên hevalbendên wî ve hêjî berdewam e.
Ji aliyê xwe ve, duhî di civîneke encûmena asayîşê de nûnerê sikirtêrê giştî yê NY yê karubarê mirovî Stîven Obrayîn got ku zarok li Sûriyê rastî hemû şêweyên tawanan dibin wek “eşkencedan û destdirêjiya sêksî û leşkeriya neçarî û heta bigehêje bidarvekirinê”.
Obrayîn di civînekê de ku hatibû terxankirin bo gengeşekirina rewşa mirovî li Sûriyê hişyarî da li ser encamên bêparkirina zarokan ji xwendinê û diyar kir ku her ji destpêka şoreşê ve ziyan gihaye 7400 xwendingehan li welat, û tevî ku çariyek ji mamosteyan dest ji kar berdane.
Obirayin daxwaza dadgehkirina rijêma Esed û hevalbendên wê li ser van tawankariyan kir, nemaze tawanên koçberkirina neçarî ku “bi rêka wê jiyanê li sivîlan teng dike ji bo koçberkirina wan bi neçarî ji cih û warên wan”.
Balyoza Amerîka Nîkî Haylî got ku hêzên Rijêmê hêjî berdewam in di girtina bidehhezarên girtiyan û li dijî wan “dijwartirîn tawan” tên pêkanîn, tevî şewtandina termên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ wekalat