NY di roportekê de gotiye ku 1299 zarok bi sedema şer û pevçûnên li Sûriyê hatine kuştin û birîndarkirin, hevdem ku rijêma Esed û hevalbendên xwe berdewam in di oparesyonên xwe yên leşkerî de li dijî sivîlan.
Sikerterê NY Entonyo Gotîrîs duhî roja înê di dema pêşkêşkirina raporta salane de got ku ” ji bilî kuştin û birîndarbûnê bi sedan zarok tevlî karê leşkerî bûne û yan jî rastî destdirêjiya sêksî hatine û yanjî xwendingehên wan hatine bombebarankirin“.
Ku raportên NY balê dikişînin li ser ku şer û oparesyonên leşkerî û êrîşên esmanî bûne sedema bêparkirina bi sedhezaran zarokên Sûrî ji guhdana tenduristî û xwendinê, bi sedema bombebarankirina nexweşxane û navendên saxlemiyê û xwendingehan.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina (UNICEF) li dawiya heyva gulana borî hişyarî dabû li ser hebûna zêdetir ji du milyon zarokê Sûrî li navçeyên dorpêçkirî ji aliyê hêzên Esed ve, û tekez kiribû ku pêdiviya 5 milyon zarokê Sûrî bi alîkariyên sereke heye û ew rastî nexweşiyên metirsîdar dibin, ligel kêmbûna alîkariyên mirovî yan jî tinebûna wan biyekcarî.
Herwiha berê jî rêxistina (UNICEF) di ropartekê de tekezî kiribû ku binpêkirinên dijî zarokan sala 2016 an gihiştibûn bilindtirîn astên xwe, bi tomarkirina kuştina 652 zarokî ji wan 255 hatibûn kuştin di hindurê xwendingehan yan li nêzîkî wan, û leşkerkirina 850 zarokên din.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/Wekalat