Duhî di civîna Encûmena Ewlekariyê de ya ji bona cêbicêkirina biryarên mirovî yên hejmar 2139 û 2165 û 2191, Kiyong Wa Kang alîkara sekertêrê giştî yê Netewên Yekgirtî, daxwaz ji Cîhanê kir ku ” Sûriyê û tawanên hatîn pêkanîn di derheqê miletê wê de jibîr nekin”.
Wa kang weha jî got: rêjîma Esed “berdewamiyê dide êrîşên esmanî, û di nav de êrîşên bombeyên Enqûdî li navçeyên qerebalix “, û di axaftina xwe de behsa kuştina derdora 100 kesan û birîndarkirina bidehên kesan kir, di navbera rojên 21 heta 26ê heyva niha de, di kiryarên êrîşên esmanî de li ser rojhilata Xota û gundewarê Şamê, û di axaftina xwe de cext li ser pêwîstiya dîtina çareyekê kir ji bo bidawîkirina tişta li Sûriyê dibe.
Wa Kang got:” ku berî çar salan di hindur Sûriyê de milyonek kes yên hewcedarên alîkariyên mirovî hebûn. Lê îro ev hejmar gihîştiye 12 milyonan, ji wan îro 3 milyon û 800 hezar kes penaberên dewletên dirawsê ne”. Herwiha tekezî li ser pêwîstiya peydakirina perepêdana bilez bo ajansên mirovî da karên xwe bidomînin kir.
Ku di civînê de, endamên Encûmena Ewlekariyê “nîgeraniya xwe ya mezin” nîşan da li hember berdewamiya binpêkirinên rêjîma Esed ji mafên mirovan û yasa navnetewî ya mirovî re, û êrîşên wê yên berdewam li ser Sivîlên Sûriyê, û ji berdewamiya zêdebûna hejmara penaberên Sûrî di dewletên dirawsê de.
Hêjaye gotinê ye ku Tora Sûrî ya mafên mirov her ji 25-01-2014 heta 21-09-2014an bikêmanî 83 êrîşên rêjîma Esed bi bombeyên Enqûdî dîkoment kirine, û yekser bûne sedemên kuştina 49 kesan û ji wan 16 zarok û 4 jin û birîndarbûna 250 kesên din, herwiha 15 kesên din hatin kuştin ji encamê paşmayên van bombeyan ku ji wan 7 zarok û 3 jin bûn, û bi vê çendê hejmara qurbaniyan gihîşte 64 kesan ji wan 30 zarok û jin anku bi rêjiya 50% jin û zarok in, herwiha rêjeya 98% ji qurbaniyan sivîlin.
Hêjayî gotinê ye ku Rewangeha ceblxaneya Enqûdî di sala 2014an de raportek derxist derbarê bikaranîna ceblxaneya Enqûdî di Cîhanê de û têde hat ku hejmara qurbaniyên rêjîma Esed bi bombeyên enqûdî, zêdetir bû ji hejmara qurbaniyên hatine kuştin bi heman bombeyan li ser destê dagîrkera Israîlê di şerê sala 2006an de .
Jêder: Hevbendî+Wekalat