Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li ser zimanê berpirsekî xwe ragihand ku rêjeya zarokên vaksîna dijî falica zarokan li Sûryayê stendine piştî belavbûna nexweşiyê di çilya Paşîn de ji sala 2013an nêzîkî astên xwezayî ye, bi saya helmeta vaksîndanê.
Rêvebirê helmeta dijî falica zarokan di rêxistinê de ” Kirîstofer Mahir” diyar kir ku ” Helmeta vaksîndanê ya herêmî ku ajansên alîkariyan destpê kirine, ta niha gihiştiye gelek deverên parêzgehên Sûrî ku hejmara wan 14 parêzgeh in”. Mahir wisa berdewam kir: ” Em nalezînin û nabêjin ku nexweşiya falica zarokan li Sûryayê nema ye, lê tekez, rewş ber bi geşbîniyê de ye”.
Mahir diyar kir ku çavdêrên rêxistinê piştî helmetê ji malekê çûne malekê bo ezmûna astên bergiriyê li gel zarokên ta du salan, û texmîn kirin ku pirên wan parastî ne.
Rêjeyên vaksîndanê bi giştî gihişt derdora 90% berî meha Avdara 2011an, û vegereiyabû derdora 50% piştî ku şer ev helmetên vaksîndanê rawestandin û navendên tenduristî wêran kirin. karmendên di warê tendirustî de kar dikirin ji melyonên ku ji malên xwe koçber bûne.
Nexweşî di meha Cotmehê de di sala 2013an de li bajarê Dêra Zorê mîna yekem rewş li Sûryayê ji sala 1999an de derketibû.
Jêder: Ajans