Rojnamevanê Amerîkî “Conasan Tîbîrman”, yê di heftiya bûrî de çavpêketinek bi tewankar “Beşar Esed” re kiriye, ew bi “derewvanekî ji terzê bilind e” lê rojnamevanê Emerîkî danasîn ku axilbe mêjiyê Esed nesazkar e.
Di çavpêketineka rojnamevanî de digel radiyoya -“NPR”, Tîbîrman got “di dema ku Beşar Esed ew derewên mezin dikirin, yên kû wî xweş nasdikir kû ez dizanim nerastin, lê li ser wisa de jî bibawerî diaxifî û bê ku li wî xuya bibe, û ev yek ji min re sersurmanek bû” li gor axaftina rojnamevan .
Herwiha Tîbirman got:” yan ew derewvanekî mezine û tişta digot bitenê jibo miştoxlaiyê bû û bi vê çendê ” mejiyê wî nesazkare”, yanjî ew birastî bawere bi tiştê digot û bi vê yekê ew wek “Hitler”e dema ku xwe di veşartgeha xwe de veşartibû û Rûs bi yek demjimêrê tenê ji Berlînê dûr bûn, û hêjî ji ceneralên xwe re tekez dikir ku Almaniya wê di şer de biser bikeve”.
Jêder: Hevbendî