Emîdarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki Moon, doh çarşembê, dît ku êrîşên li ser nexweşxaneyan û bikaranîna Çekên Têkbir li Helebê “tewaneke Cengê”ye, û îro ev mijarek “ji qesaabxaneyekê kirêtir” e, li pêşiya Encumana Ewlekariya Navdewletî, û bal kişand ser ku “Hin kes bûne kêmendam”û ” derdeseriyek berdewam û mezin hatiye serê zarokan”.
Ku balafirên dijminkariya Rûsî û helîkopterên rêjîma Esed, helmeteke hovane li dijî helebê pêk tînin, ji piştî bidawîbûna agirbeta vê dawiyê, û ta niha bi sedên sivîlan têde bûne qurbanî û piraniya wan jin û zarok in.
Û emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî mukur hat ku Rêxista wî ne li gor hêviyên xelkên Helebê derket, û bi xurtî tekezî kir li ser giringiya bikaranîna piransîba”sizakirin û hesabdîtina”bi tewankaran re li Sûriyê, û got ku”nexweşxane , kilînîk, ambulance û tîmên pizîşkî, her se’et li Helebê rastî êrîşan tên”.
Û bi êrîşên asîmanî , doh çarşembê, 2 mezintirîn nexweşxaneyên rojhilatî Helebê armanc kirin, di encamê de ziyanêm madî çêbûn û birîndar ketin.
Û di vê derbarê de, rojnameya “New York Times” ya Amerîkî got ku nêzî 100hezar Sûrî îro di deverên şer de li Helebê dorpêçkirî ne, û got ku ev hejmar beşek e ji 250hezar Sûrî yên ku şerên li helebê wan dorpêç dikin.
Û Rojnameyê got ku wêneyê zarokên Sûriyê yên di mejiyê cîhanê de tenê bi du şêweyan maye: yan wê kuştî be, wek zarokê bi navê Îlan, yan jî wê di xwîna xwe de gevizî be û matmayî mabe, wek zarokê bi navê Amran Denqîş.
Û Berevaniya Sivîl li Helebê “1700” êrîşên asîmanî yên ku rêjîma Esed û Rûsiya pêk anîne hejmartine, û di encamê de “nêzî 1000 kuştî û birîndarî” ketine, ji dema ku hêzên Rêjîmê roja 19ê vê êlûnê “bidawîhatina” agirbesta ku hatibû ferzkirin li gor rêkeftineke Amerîkî-Rûsî û li Cinêvê hatibû emzakirin.
Û cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Miwefeq Nêrebiye, doh da xuyakirin ku hemî bijarde li pêş Hêzên Şoreşa Sûriyê vekirî ne, û çareseriya siyasî êdî li ser maseyê nema ye di rewş û baredoxên îro de.
Û Nêrebiye amaje kir ku hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê, kar û bizavên guhertina cihên xwe û dubare-berhevkirin û rêkûpêkirina kaxezên xwe û pêşindeyên xwe dikin, di heman dema ku Rêjîm û hevalên wê helmeteke leşkerî ya hovane dijî gelê Sûriyê dikin, û biryarên navdewletî binpê dikin.
Jêder: Hevbendî+ Ajans