Berpirsekî di Netewên Yekbûyî de rêjîma Esed tuhmetbar kir bi nehêlana derbaskirina karwanên alîkariyan ji 21 deveran re ji 35 deverên dorpêçkirî, û ji Rêjîmê xwest ku destwerdanê di gihandina alîkariyên xwarinê û yên pizîjkî ji sivîlên dorpêçkirî re li deverên dorpêçkirî û yên gihiştina wan bi dijwarî ye neke.
Û karsparteyê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stîvan Obrayn di vegotineke xwe de ji Encûmena Ewlekariyê re weha got:” berdewamiya bikaranîna dorpêçkirin û birçîkirinê wek çekekî di cengê de, karekî cihê dilgiraniyê ye”, her weha cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Miwefeq Nêrebiye, di daxuyaniyek berê de gotibû ku nehêlana hêzên Esed ji derbasbûna karwanên mirovahî re bo deverên dorpêçkirî” tawaneke cengê ya ji qestî ye”.
Û Obrayn da xuyakirin ku Netewê Yekbûyî daxwaza şandina alîkariyan ji bo 35 deverên dorpêçkirî û yên ku gihandina wan dijware li Sûriyê di vê heyva gulanê de kiriye, lê Rêjîmê erê nekir ji bilî ku alîkarî bi tekûzî derbasbin 14 deveran ji wan, û derbasbûna bi şêweyekî ne tekûz ji 8 deverên din re, û bal kişand ser destdanîna li ser alîkariyên pizîjkî yên giring di karwanên alîkariyan de.
Û Obrayn weha jî got:” li gor nûtirîn agahiyan, em texmîn dikin ku 592700 kes li deverin dorpêçkirî dijîn” û da xuyakirin ku pirên wan deveran di bin dorpêça hêzên Esed de ne.
Û berpirsyarê navdewletî weha berdewam kir:” destdanîna li ser dermanên ku jiyanê rizgar dikin, û kelûpelên pizîjkî wek alavên neştegeriyê, û alavên ji dayikkirinê û pêdiviyên rewşên awarte, berdewam bûn bê rawestan tevlî detsdanîna li ser dermanên ku têra dermankirina nêzî 150 hezar nexweşan dikin ji yên bi karwanan re ji destpêka salê ve”.
Û wek bersivekê li ser gilî û gumanên balyozê rêjîma Esed li Netewên Yekbûyî Beşar Ce’ferî, der barê nehûrbîniya gotinên Obrayn, balyoza Amerîkî di Netewên Yekbûyî de Saminsa Bawer dît ku ev giliyên ji aliyê rêjîmê ve cihê pêkenînê ye, ji ber ku” ew şîrê zarokan ji karwanan derdixe, her weha dermanên bencê û alavên neştegeriyê jî”.
Û hêjaye gotinê ye ku rêjîma Esed nehişt alîkariyên mirovî di 9ê vê gulanê de derbas bibin bajarê Dareya , û emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon salixa van karan da ku ” nayên pejirandin”, û Xaça Sor ya Navdewletî jî ev kar şermezar kir, û tekez kir ku nişteciyên Dareya hewcedarên her tiştî ne, û bajar di şerekî dijwar de ye ji berî 3ê sal û nîvan de, û rewş li wê deverê kambax e.
Û şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dîmistora di vegotina xwe ya di der barê Sûriyê de li Encûmena Ewlekariyê, berî du rojan, di kongirekî rojnamevanî de bi şêwirdarê karûbarên hawarçûnê “Yan Îgland” re, bi xurtî tekezî li ser hewcedariya pêkanîna pêşketinekê li ser zemînê kir, û bi taybetî li ser asta rawestandina karên dijminkariyê û gihandina alîkariyên mirovî.
Û Dî Mistora da xuyakirin ku wî ji Encûmenê re gotiye ku ew dixwaze gera bê ya danûstandina bi şêweyekî bilez destpê bike, lê ne di 2 yan 3 hefteyên tên de.
Jêder: Hevbendî + Ajans