Rojenameya “New York Times” ya Emerîkî vekolînek belav kir derbarê milîtanên hizbulaha Libnanî û çawa ew bûne “heştpê” ji bo alîkirina Îranê li herêma rojhilata navîn, û destnîşan kir ko Îran hêzan bi rêya firokan ji bo piştgiriya Beşar dişîne.
Rojnameyê bêtir anî ziman ko hizbulah cihê operasiyonên xwe firehtir kiriye, û feyleqin ji endamên xwe şandine Sûriyê wek milîtan ji bo piştgiriya rêjîma Esed bikin yê ko ji destpêka şoreşê 2011ê ve şerê miletê Sûrî dike.
Rojnameyê got di şerê Helebê de milîtanên hizbulah roleke balkêş lîstin di piştgiriya rêjîma Beşar Elesed de yê ko hevalbendê rêjîma Îranê ye li herêmê, û milîtanên mezhebpereset ji paş sînoran hevalbendiya hev bi xurtî dikin.
Rojnameyê got ku şerê Helebê yê sala çûyî şerekî tewerî bû di şerê rêjîmê û hevalbendên wê de li dijî miletê Sûrî, û rojnameyê di vekolîna xwe de got: “herkes behetî ma ji hejmara hêzên ko ji hêla Îran ve têne, û piştgiriyê ji welatên Erebî yên corbicor ji bo piştgiriya Beşar Elesed tînin.”
Rojnameyê mukurhatina Şêx Ne’îm Qasim cîgirê serokê Hizbulah belav kir, dema di hevpeyivînekê de pesinê şiyana rêkxistina xwe da, ku çawa wan kesên pispor ji hêzên bi ser îranê ve şandine tevaya herêmê.
Vekolînerê zankoya Mîrland yê taybetmend di karûbarê komikên çekdar de, Filîp Simêt, aniye ziman ko bêtir ji 10hezar şervanên Îraqî di şerê Helebê de sala çûyî beşdar bûn, û bi dehhezaran rêjîmê ew ji dewletên din anîbûn li Sûriyê bûn.
Û rojnameyê tekez kir ko efserên Îranî hevrêzkarî di navbera hêzên Beşar yên erdê û çekên asmanî yên Rûsî de dikirin. Û li gora rojname dibêje, milîtanên hizbulah serpereştên ko dikarin bi zimanê Erebî bipeyivin li gora zimanê şervanên nandoz tanîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Elşerq Elewset