Netewên Yekbûyî, îro roja duşemê piştrast kir ku oparesyonên topbaranê yên berdewam ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsyayê li ser bakur-rojavayê Sûriyê, her ji dawiya nîsana borî ve û heta niha, bûne sedema kuştina bêhtir ji 500 kesî û koçberbûna zêdetirî ji 440 hezar welatiyên sivîl ji gund û bajarokên wan ji ber giraniya topbaranê.
Cîgirê berdevekê sekreterê giştî yê NY, Farhan Heq daxwaza “parastina welatiyên sivîl û binesaziya sivîl” li bakurê rojavayê Sûriyê kir, û got ku di herdu rojên şemî û yekşemê yên borî de, herî kêm 35 kes hatine kuştin, tevî koçberbûba bi hezaran kes ber bi sînorê Tirkiyê de.
Heq tekez kir ku divê “parastina welatiyên sivîl û jêrxaneya bingehîn li gorî yasa mirovî ya navdewletî be” û bal kişand ku ” ligor raportan, ziyanên mezin li deverên sivîlan û binesaziya sivîl bûne, di nav de heft dibistan, klînîkek tenduristî, bazar û nanpêjgehek”.
Herwiha ku karspartiya Mafên Mirovan li Netewên Yekbûyî, Michelle Bachelet, li roja înê gotibû ku “êrîşên asmanî yên ji aliyê balafirên hikûmeta (rejîma Esad) û hevalbendên wê li dijî dibistan, nexweşxane, bazar û napêjgehan hatine pêkanîn, herî kêm di van deh rojên borî de, bûne sedema kuştina 103 welatiyên sivîl di nav de 26 zarok”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, civaka navnetewî beramber berdewamiya tawanan gunehbar kiribû, û gotibû ku “qurbaniyên van êrişan ne bi tenê qûrbaniyên rejîma Esed û hevalbendên wê ne, lê ew qurbaniyên têkçûna civaka navnetewî û xemsariya wê ne jî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî