Serokê Amerîka Barak Obama bi telefonê digel hevkofê xwe yê Rûsî Filadîmêr Potîn li ser giringiya hembêzkirina “danustandinên biberhem” di Sûriyê de axivî, ew danûstandinên navbera opozisyona Sûrî û rêjîma Esed de û gihandina alîkariyên mirovî bo bajarên rêjîm wan dorpêç dike.
Koçka Sipî roja çarşemê daxuyaniyek derxist û têde hat ku “Serok Obama bi telefonê bi Serokê Rûsiya Potîn re axivî û behsa giringiya bicihkirina bilez ji biryara Encûmena Ewlekariyê ya Netewên yekgirtî re ya 2254 ya derbarê Sûriyê kir “.
Herdu serokan di daxuyaniyê de tekez kirin “li ser giringiya hembêzkirina danustandên berhemdar di navbera nûnerê opozisyonê û rêjîmê de bi çavdêriya Netewên Yekgirtî bi rêka kêmkirina tundutîjiyê û pêwîstiya gelê Sûriyê ya bilez bi alîkariyên mirovî nemaze bo navçeyên dorpêçkirî û yên astengî di gihandina wan de hene”.
Hêjayê gotinê ye ku duhî Obama di gotara xwe de li ser “doxa yekîtiyê” ya dawiyê li pêş kongirês ku; doza gelê Sûriyê û êş û azarên dibîne paşguh xistibû, nemaze êşa ji ber siyaseta birçîkirin û dorpêçkirinê û bombebarankirina navçeyên akinciyan ji aliyê rêjêma Esed û hevalbenda wê Rûsiya û kuştina bisedhezarên qurbaniyan”.
Herwiha duhî Obama daxwaz ji kongirês kir bo bikaranîna hêza serbazî li dijî DAÎŞê, û tekezî li ser giringiya ku siyaseta derve ya Amerîka bêhtir balê bikşîne li ser metirsiya DAÎŞ û Elqa’îda kir, herwiha behsa hejmarek mijarên derve û yên navxweyî kir û diyar kir ku abûriya Amerîka di dema serokatiya wî de û heta niha Pêşketinek mezin dîtiye û hevdem bal kişand li ser zêdebûna derfetên kar di 7 salên dawiyê ji dîroka Amerîka de.
Jêder:Hevbendî+ Anadol