Duh li Hewlêrê şandek ji nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê serdana YNKê kir.
Di hevdîtina di navbera herdu aliyan de, li ser rewşa siyasî ya herêmê û deverên Kurdî li Sûriyê hate rawestandin, û tekezî li ser wê yekê hate kirin ku li Rojavayê Kurdistanê hemahengî û yekrêzî di navbera partî û aliyên siyasî de hebe.
herweha Şanda ENKSê jî di vê civînê de daxwaz kir ku YNK roleke erênî di başkirina pêwendiyên navbera aliyên siyasî yên Kurdên Sûryê de bilîze.
Ji aliyê xwe ve endamê Polîtbîroya YNK Se’idî Ehmed Pîra bal kişande ser wê yekê ku YNK weke hev nêzîkî ENKSê û aliyên din ên siyasî dibe.
Jêder: rudaw