Îro Serokê Emrîkî Barak Obama diravpêdaneke zêdetir bi qas 3,2 Bilyon Dolar ji Kongirisê Emrîkî bo şerê ” Daiş” xwest, jêderekî Emrîkî pirsyar ji ajansa ” Frans Prês” re diyar kir ” Wê ev dirav bo pereyên xerckirina êrîşên ku balefirên ” Hevpeymaniya Navdewletî” ku Emirîka serkirdeyatiya wê li dijî rêxistinê û xerckirinên rahênan û biçekirina hêzên Iraqî. Wê serok daxwaza xwe bo serastkirina budjeya pêşkêş bike ” Sindoqa Operasyonên Awerte Li Derve ” ew yek jî budjeyeke ji ya Bintagon veqetandî ye, û wek ” Kerta Baweriyê” bo diravpêdana pereyên şerên ku Emirîka dike. Ev xwesteka ku îroj Obama wê pêşkêşî Kongirês bike piştî ragihandina wî ya çarşembê ku ” Wê ji perlemanteran bixwaze da erêkirinê li ser lêçûyînên nû yên dibe ku di warê şer de bibin bikin”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra ji Hevpeymaniya Navdewletî xwest piştgiriya Artêşa Azad û hevrêziyê pê re di şerê “Daiş” û rejîma Esed de bike. Behra got: ” Em çavnêrên piştgirî û hevrêziya di navbera Hevpeymaniya Navdewletî û Artêşa Azad in, ta ku karayî ya operasyonên ku hevpeymanî dijî tirorê pê radibe”.
Razgirê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesr Elherîrî di civîna xwe bi Serokên Encumenên Leşkerî û bi amadebûna Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Tu´ima qonax wisa binav kir ” Ew Qonaxa hebûn yan nebûnê ye, û Artêşa Azad tenha dikare Sûrî rizgar bike û şerê tirora Esed û rêxistinên piştgiriya wî dikin ku ew di laşê şoreşê de çandine bike”.
Wezareta Berevaniya Emirîkî buhaya operasyona ” Karîna Tekûz” ji destpêka wê de di 16 meha Kewçêr gihişt 580 Melyon Dolarî, pisporên berevanî yên Emirîkî dibînin ku wê ev êrîşên azmanî ku balefirên Hevpeymaniya Navdewletî dijî ” şervanan” li Sûriyayê û Iraqê ta çend sala berdewam bike. Ev yek jî rojê 8,3 Melyon Dolar li gor Bintagon lê diçe”.
Jêder: Hevbendî – Cezîra