Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Parêzerin Brîtanî Daxwaza Dadgehkirina Rejîma Esed Ji “Dadgeha Tawanên Navnetewî” Dikin

March 8, 2019
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 2 mins read
A A
Parêzerin Brîtanî Daxwaza Dadgehkirina Rejîma Esed Ji “Dadgeha Tawanên Navnetewî” Dikin

Ji aliyê hin parêzerên Brîtanyayê gilînameyeke dadwerî li dijî rejîma Esed li ser navê hin penaberên Sûrî ji bo dadgeha Tawanên Navnetewî (ICC) li bajarê “Lahay” derbarê tawanên dijemirov li salên borî li Sûriyê hat pêşkêşkirin.

Ev daxwazname ji hêla kompaniya “Stock White” ya mafên mirovan, duhî li roja pêncşemê bi navê 28 penaberên Sûrî yên ji zordariya rêjîmê reviyane û li kampên Urdinê dijîn hat pêşkêşkirin.

Parêzerên hatine erkdarkirin bi bilindkirina vê doza dadwerî piştrast kirin ku qurbanî rastî êrîşên bi çek û bombeyan, girtin û îşkenceyê hatine, û ew şahid bûn li ser gelek binpêkirinên mezin û komkujiyan li welêt.

Parêzer Rodney Dickson, bi riya kongirekî rojnamevanî got ku Dadgeha Tawanên Navnetewî (ICC) heye ji bo misogerkirina dadweriyê ji qurbaniyên tûşî tawanên navdewletî yên hovane bûne.

Dexon got ku ev doza dadwerî dibe xaleke guhertinê ya resteqîn sebaret qurbaniyên Sûrî, û bal kişand li ser berdewamiya tawanan li Sûriyê ji çend salan ve bêyî ku tawankarek li ser pêkanîna bi hezaran êrîşên li dijî sivîlan bê sizakirin.

Parêzeran gilînameyên xwe pêşkêş kirine li gora mekanîzmeke berê ku ji hêla penaberên kêmnetewa “Rohingya” ya Musliman yên li Bangladeş bo dadgeha tawanên navnetewî hatibû pêşkêşkirin, û dîtin ku prensîpa wê ya yasayî wek heman doza li dijî rejîma Beşar Esed e.

Kompaniya “Stock White” nûnertiya 1183 penaberên Sûrî li Tirkiyê û hin dewletên din dike, û hewl dide ji bo belgeyên ji van penaberan werdigire li dijî rejîma Esed bikar bîne, ji bo piştrastkirina pêkanîna êrîşên mezin li dijî welatiyên sivîl.

Herwiha ku navenda “Guernica” ya dadperweriya navdewletî, ji berî çend rojan, yadeştnameyek ji dadgeha tawanên navnetewî re pêşkêş kiribû, û têde daxwaza sizadana rejîma Esed kiribû, li ser kiryarên koçberkirina bi darê zorê ya derheqa zêdetir ji milyonek kesên ber bi Urdinê reviyane pêk hatiye, û bal kişandibû ku Oman dikare dozgeriyekê lidar bixe ji ber ku ew beşek ji “Sîstema Roma” ye.

Toby Kadman, hevserokê navenda Guernica, gotibû ku derfeteke mezin heye ji bo pejirandina wê yadeştnameyê ji aliyê dadgeha navnetewî, û tekez kiribû ku “yadeştname li dijî fermandariya rejîmê û hêzên wê yên çekdar û ewlekariya wê û organên hewalgeriya leşkerî hatiye pêşkêşkirin”, û daxwaz kiribû ku divê berpirsyariya dawiyê bikeve stûyê serokê rejîmê Bişar Esed de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post

Rêz û Silav bo Jin û Diyên Sûrî di Roja Wan ya Cîhanî de

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.