Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî duh çarşembê got ko gaza Sarîn ji hêla rêjîma Esed ve li gundekî li bakurê Sûriyê bikar hatiye, berî pênc rojan ji êrîşa kîmawî ya li ser bajarê Xan Şêxûn di nîsana borî de ya ko bû sedema kuştina bi dehên kesan.
Balyozê Firensî li Netewên Yekbûyî Firensiwa Dîlater yê ko welatê wî di vê qonaxê de serokatiya Encûmena Ewlekariyê ya heyva çêriya pêşî dike got “em li benda hûrbîniyan in, û ev fakterekî nû ye û cihê nîgeraniyek mezin e ”, û got ku giring e berpirsiyariya bikaranîna çekên kîmawî bête naskirin.
Dîlater bêtir got “ev pêzanîna dawî tekez dike ku giring e rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî û mîkanîzma vekolîna hevbeş ya bi ser Netewên Yekbûyî ve karê xwe li Sûriyê berdewam bike.”
Her weha balyoza Emerîkî ya li Netewên Yekbûyî Nîkî Hayilî got: “diyar e ko rêjîma Esed ne tenê derbarê pirogramê xwe yên çekên kîmawî derwan dike, lê belê ew berdewam e di redkirina hevkariya bi desteyên çavdêriyê re, wek rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî. ”
Birêveberê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî Ehmed Ozomco ji acansa Frans Press re tekez kir ko komîta vekolînê ya bi ser rêkxistinê ve hin nîşan û cil û parçeyin hesinî dîtine, “û ew şandine laborêterên me û me berî çend rojan encam bidest xistiye.”
Toreya Sûriyê ya mafê mirovan ya ne fermî di raportên xwe de gotine ko wan 207 caran bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re tomar kiriye, 107 car ji wan piştî êrîşa li ser Xûta ne, û pênc car piştî êrîşa li ser Xan Şêxûn in.
Toreyê got ko rêjîma Esed dest ji bikaranîna çekên kîmawî bernedaye, û hat dîtin ko wê êrîşên piçûk pêkanîne da nehêle gelek kuştin çêbibe, ji ber naxwaze bi êrîşên mezin bala cîhanê bikişîne ser xwe “û xwedanên biryara navdewletî neçar bimînin li dijî wî tevbigerin.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans