Duhî Giştiya Parlamentoya Ewropî di biryarekê de daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir bo sazkirina kongireyekî navdewletî ji bona komkirina alîkariyên darayî bo penaberên Sûriya û Îraqê, û herwiha ji bo dewletên wan dihewênin.
Di biryara komeleyê de amaje hat kirin bi baredoxên zehmet û seqaya dijwar ya penaber û awareyên Sûriya û Îraqê têde dijîn, û pêwîstiya ku Yekîtiya Ewropî destê alîkariyê bo wan dirêj bike.
Herwiha biryarê bangwazî li dewletên soza pêşkêşkirina alîkariyên darayî dane kir, da pabendiyê bi sozên xwe bikin, û bicihkirina wan sozan di nêzîktirîn dem de, herwiha êrîşên rêjîma Esed û yên rêxistina DAIŞ li ser Sivîlan şermezar kirin.
Jêder: Hevbendî+Enadol