Parlamentoya Ewropa bi tundî berdewamiya pinpêkirinên mafên mirov û yasayên navdewletî yên mirovî di Sûriya de yên bi destê rêjîma Esed û rêxistina DAIŞê şermezar kir.
Herwiha parlamentoya navborî daxwaz ji rêjîma Esed kir bi serbestkirina bilez û bêmerc bo hemû girtiyan, yên hatine girtin li ser derbirîna nêrîn û boçûnên xwe “bi riyên aştiyane”, û nîgeraniya xwe anî ziman li ser lawaziya piştgiriya darayî ji bangên Netewên Yekgirtî yên pêwendîdar bi Sûriyê, ku bi şêweyekî demkî bûye sedema rawestandina alîkariyên pirogramê xwirdemeniya Cîhanî ji penaberên Sûriyê re, û daxwaz ji Civaka navdewletî kir ku pabend û pêgiriyê bi sozên xwe yên mirovî bikin.
Tê zanîn ku rêjîma Esed her ji destpêka Şoreşa Sûriyê ji adara 2011an ve bi dehhazaran girtine, û di nav wan de gelek kesayetiyên mafperwer û akadimî û pispor mîna Dr Fatin Receb û Dr Raniya Elebas û hevserê wê Ebdulrehman Yasîn û her şeş zarokên wan û heta niha kesek çarenivîsa wan nizane.
Hêjaye gortinê ku berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit daxwaz ji Encûmena Asayîşê kiribû bi xistina fişaran li ser rêjîma Esed bo bicihkirina biryara 2139 ya têkistê li ser serbestberdana hemû girtiyên di Sûriyê de dike, û herwiha daxwaz ji şandeya Xaça Sora Navdewletî kiribû bi destûrdana serdanan bo girtîgeh û zindanên girtiyan û tekezî li ser tenduristiya girtiyan û reftarên rêjîmê ligel wan kir.
Ji aliyê xwe ve Elmislit amaje bi wê yekê kir ku “doseya girtiyan li cem Hevbendiyê doseyek serekî ye, û giringtirîn dose bû di hemû gotubêjên me de ligel navendên diblomatkar, û me metirsiya rewşa wan diyar kiriye û wêneyek wird ji rewşa wan ya dijwar me veguhestiye, bal kişand ku li ser rûyê zemînê tiştek nîne ku hêjabe xulekekê bitenê di girtîgehên rêjîma Esed de “.
Jêder:Hevbendî+Wekalat