Perlemanê Kiwêtî daxwaz kir ew kesên ko “tawan li dijî mirovantiyê û tawanên qirkirina komel” li Helebê kirine, divê ber bi dadgeha tawanên navdewletî ve bêtin şandin. Daxwaz ji wezareta derve ya Kiwêtî kir ko li ser asta Erebî û Navdewletî tevbigere ji bo bihêle biryarek ji Encûmena Ewlekariyê der bikeve, ko Rêjîma Esed û Milîtanên mezhebperet yên ko tawanên qirkirinê di derheqê sivîlan de kirine bêne sizakirin.
Her weha yek ji temîniyên perleman ew bû, daxwaz ji wezareta derve ya Kiwêtî kir ko ji hêla navdewletî ve tevbigere ji bo hawarhatina miletê Sûrî pêkbîne, û xelkên Sûrî bigehîne mirovên wan yên li Kiwêtê , û hejmara karwanên tendiristiyê ji hewcedaran re bêtir bikin, ew jî di rûniştina Encûmena Netewa Kiwêtî de, piştî rûniştineke awarte ko doh sêşembê di derbarê rewşa mirovî de ya ko li Helebê bêtir ji sê mehan ve pêktê, hat lidarxistin.
Parlemanter Welîd Eltebatebayî tekez kir ko “Qehremanên bajarê Helebê himberiya dewletên wek Rûsya û Îranê kirine”. Destnîşan kir ko “Helebê nehatiye rûxandin lêbelê rûreşiya gelekan wek ya Daiş û Hizbulah û Rûsya û Emerîka diyar kir”.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawanên ko milîtanên Îranî di derheqê Helebê de pêkanîne pirotesto kirin. Û sersariya Civaka Navdewletî di parastina wan de destnîşan kir , û berpirsiyariya binpêkirinan di derheqê bêgunehan de da ser milê wê û got gerek Civaka Navdewletî van tawanan rawestîne, û got hêj Rûsya nikare mijaran li Sûriyê kontrol bike an jî bi rola çavdêriya dirist ji çi operasiyona aştiyê re rabe.
Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî biryarek da tê de daxwaza danîna mîkanîzminan kir ji bo dadgehkirina yên ko tawanên cengê û yên binpêkirinên metirsîdar ji yasaya mirovî re li Sûriyê kirine, yên ko Rêjîmê û milîtanên hevkar jê re pêkanîne. Biryara ko Qeter digel Lîxtinştayin pêşkêş kiriye û Netewên Yekbûyî jî pesend kiriye, û li gor wê tîmeke taybet damezirînin “ji bo belgehan bidin hev û wan biparêzin û rave bikin”. Û her weha amadekariyan bikin ji bo kêşeyên derbarê tawanên cengê û binpêkirinên mafên mirovan yên ko di salên şoreşa Sûriyê de ji hêla hêzên Esed û hevalbendên wê pêkhatine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê + Acans