Rêkxistina “Bijîşkên bêsînor” amanckirina tund li ser Nexweşxaneyên ko ew birêve dibin û bi taybetî li Sûriyê pirptesto kir. Serokê Rêkxistina Mînî Nîkolayî doh got ku Nexweşxane û Karmendên ko lê ne bûne parek ji gorepana şer û bi behaneya “şerê lidjî tiroristiyê” têne amanckirin, û êrîşên rêbazkirî yên ko li dijî Navendên Bijîşkî yên ko sivîlan pêşwazî dikin, û yên li ser turumbêlên Ambûlansan pirotesto kirin.”
Her wiha serokê Nivîsgeha karûbarê Mirovî li Netewên Yekbûyî Stîvan Obirayin, got ku sivîlên dikevin ber bombebarana herêmên rojhilatê Helebê yên ko ji hêla hêzên Esed ve dorpêçkirî ne, rastî asteke hovane ji êrîşan dibin, û ew êrîş dûrî hemî pîvanên mirovahî ne.
Obrayin bangeke nû da ji bo derdê 250hezar kesî sivik bibe, ew ên ko dikevin ber êrîşên hêzên Rêjîma Esed û yên Rûsya bi amanca ko bajêr kontrol bikin.
Obrayin doz kir ku“bi lez kar bibe tako dojeha ko sivîl têde dijîn bidawî bibe”, û tekez kir ko “Sîstema Tendiristiyê dike ko biyekcarî têk biçe”, Nexweş nema tên pêşwazîkirin, û derman jî nemane, heta bi dermanên nexweşiyên ku pir xelk pê dikevin jî.
Wezîrê Derve yê Birîtanî Borîs Conson, doh yekşembê tekez kir ku“berdewamiya hovîtiya Rêjîma Esed li dijî Niştecihên Helebê bi alîkariya Rûsya jê re, di pêkanîna tawankariyên cengê yên eşkere, wek bombebarana Nexweşxanan, dihêle ko tucaran danûstandinên aştiyê venegerin.”
Komîta yasayî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê de, gilînameyek li dijî Rêjîma Esed û herdu dagîrkerên Rûsî û Îranî di derbarê Operasiyonên Qirkirina Komel ko li bajarê Helebê çê dibe, ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî re hilda.
Her wiha koçkirina kotekî û pêkanîna guherîna dîmugrafî ya ko li ser kesên dorpêçkirî feriz dikin.
Jêder: Hevbendî+Acans