Mark Cats, hevrêzkarê herêmî yê karûbarên mirovî yê Netewên Yekbûyî, doh pêncşembê, armanckirina rijêmê û Rûsya ji gundewrê Idlib û Hemayê re, ku bû sedema şehîdketina du karmendên warê mirovahî, pirotesto kir.
Û Cats di daxwiyaniyekê de got ku kermendên warê mirovî û yên hawarçûnê “ her roj jiyana xwe dixin metirsiyê ji bo alîkariya sivîlên dorpêçkirî” li Idlibê û bakurê Hemayê bikin, û tekez kir ku bilinbûna hejmara qurbaniyan bi şêweyek rojane ji ber “ helmeta giran a êrîşên asîmanî yên ku desthilat û hevalbendên wê pêk tînin”.
Û bal kişand ser ku êrîşa roja çarşembê “Tirsandina ku peyda dibe”li deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê diyar dike, û diyar kir ku hîn jî 3 milyon sivîl li wê deverê dorpêçkirî ne, û karmendên warê mirovî jiyana xwe didin ji bo alîkariya kesên din, li gor daxwiyaniyê.
Û Cats daxwaza rêzgirtin û parastina karkerên warê pizîşkî û mirovî û alavên veguhestina wan kir, û her weha nexweşxane û avahiyên pizîşkî yên din li gor yasaya mirovî ya navdewletî.
Berevaniya Sivîl a Sûrî, roja çarşembê, şîna yek ji endamên xwe ragihand , ji encama êrîşeke asîmanî ya duqolî ya rijêmê û Rûsiya, dema wî karmendî hewil dida birîndaran veguhêze xala pizîşkî ya li gundê “Bisîqa” li gundewarê Idlibê yê başûr.
Her weha pizîkê hewarçûnê “ Mihemed Mişnin” yê 29 salî, û “Fadî Alomer” yê 34 salî yê ajovanê ambolansê di saziya “Sanz” ya hewarçûnê, di êrîşeke asîmanî ya Rûsiya li ser gundewarê Hemayê hatin kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî/ ajans