Serokê Encûmena xwecihî li gundê Elcîne li gundewarê Helebê yê bakur, Mihemed Ebû Arif, diyar kir ko derbiderên ji Idlib û gundewarê Hema yê bakur hatine, pêdiviya wan bi hemû cûreyên alîkariyê heye, û daxwaza têwerdanê ji rêkxistinên navdewletî kir, bi taybetî ko wê hêj hin derbiderên din bên.
Dora 200 kesan duhî pêncşemê gihane gundê Elcîne, ji gundê Eltih yê başûrê Idlibê hatine, yê ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ketiye ber bombebaraneke tund.
Li gora Ebû Arif, encûmena xwecihî li meydanên dibistanan ew pêşwazî kirine, û hin çadir ji wan re pêşkêş kirine, lê encûmen nikare alîkariyên din pêşkêş bike.
Mihemed Ebû Arif got ku pêdiviya malbatan bi hemû cûreyên alîkariyê heye, û tiştek ji wan tiştan ligel encûmen nîn e, û daxwaz ji rêkxistinên hawarhatinê yên xwecihî û yên navdewletî kir ko têwerdanê bikin û alîkariyên hawarhatinê pêşkêş bikin, çimkî dibe di rojên dahatî de hin malbatên din jî bên.
Jêder: Ajansa Smart ya Nûçeyan