Qeralê Erebistana Siûdî Selman Kurê Ebdilezîz, pêşwaziya endamên rikberiya sûriyê piştî bi dawîbûna civînên wan li Riyadê kir ,qeral Selman tekez kir ku “welatê wî pir guhdarê pêkanîna hêminî û aramî û dadweriyê ye li Sûriyê da vegere welatek hêmin û aram”.
Qeralê Si’ûdî diyar kir ku welatê wî dixwaze gotina sûriyan bike yek û hêviya serkeftinê ji rikberiyê re kir da karibe ewlekarî û aramî û dadweriyê li Sûriyê pêk bîne.
Ji aliyê xwe de endamê Hevbendiya Niştimanî Riyad Hicab, gotarek pêşkêş kir têde sipasiya Qeralê Si’ûdî li ser mêvandariya wî ji kongirê rikberiyê re kir, û Hicab got:”Evî kongireyî ragihand ku gelê Sûrî û rikberiya wî ya niştimanî û hêzên wê yên çekdar, daxwaza aşitiyê dikin lê ew sûrin li ser bi dawîkirina êş û azarên gelê me bi riya bidawîkirina setemkariyê” .
Û berdewam kir :”em dizanin ku destê Elhezim dema dirêjî Yemenê bû, ji bo bidawîkirina setemkariyê, ew zû bû cihê hêviyê, her wiha sûrbûna Erebistana Si”ûdî û xurtiya helweta wê ji bo rawestandina xwînrijandinê, da gelê Sûriyê hêviyên xwe di jiyaneke azad û bi rûmet de vegerîne û dewleta xwe ya sivil ava bike ku setemkarî têde bi dawî bibe”.
Her wiha Hicab got :”armanca ku ev kongir gihayê ew e ku çareseriya aştiyane ew bijardeya sereke ye ,ew derbirîna dilêşiya we û me teva ye, da civaka navdewletî bi tevahî deng bike ku em aştîxwazin û em dijî terorê ne û em naxwazin ji neçarî şer berdewam bikin”.
Jêder:Hevbendî+ Ajans