Wezîrê derve yê Qeter Mihemed kurê Ebdulrehman Al Sanî, daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo dîtina “çareseriyeke giştgîr û guhertineke biyekcarî di Sûriyê de, û rizgarkirina wê ji metirsiyên parçekirinê”, û hişyarî ji encamên metirsîdar da, li ser dewlet û civaka sûriyê û li ser deverê bi tevahî”.
Ev gotin hatin, duhî êvarî, di gotareke wî de li pêş “kombenda Elcezîra ya dehemîn” , li dewha paytexa Qeterê, hevdem ku navhatî rexneyên tund arasteyî civaka navdewletî kirin, bi sedema “xemsariya” wê ji bo dîtina çaresetiyekê ji Sûriyê re.
Herwiha da xuyakirin ” ew dibîne ku bobelata xelkê sûriyê vedigere sedema xemsariya civaka navdewletî di serederiyek vebir û cedî bi doseya wê re”, û da zanîn ku ev ” bêkarîn û têkşikestina sîstema ewlehiya navdewletî dide diyarkirin”, û “têkşikestina NY, û ne rastgoyiya kargeriya wê ji rola wê ya serekî re, ku ew jî parastina aştî û ewlehiya navdewletî ye”.
Mihemed kurê Ebulrehman Al Sanî daxwaza “dadgehkirina encamderên tawanên dijî mirovahiyê kir, yên gelên xwe tepeser dikin, yan beşdariyê di tepeserkirina miletên din de bi rêka piştgirîkirina amûra kuştin û serkutkirinê li wan dewletan dikin, wek li birayên me yên Sûrî tê kirin”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat