Wezîrê derve yê Qeterê Şêx Mihemed kurê Ebdulrehman yê duwem, bal kişand ku rêkeftina Astana nabe alternativ ji veguhestina siyasî re ya ku ligor wê divê Beşar Esed dest ji serokatiya desthilatê bikêşe.
Wezîrê Qeterê piştî hevdîtina xwe ya ligel hevkofê xwe yê Amerîka Rîkis Tîlirson li Waşinton got ku hebûna navçeyên sivikkirina girjiyê tiştek baş e, lê divê bibe pêgav bo dîtina çareseriya siyasî, û nebe bihane bo paşxistina çareseriyê û pirsa veguhestina siyasî.
Wezîrê Qeterê derbarê pirsa gelê Sûriyê got ku gelek hevkarî ji bo vê pirsê heye di navbera Qeter û Amerîka de, û tekez kir ku behsa pirsa Sûriyê hate kirin di gotubêjên ligel hevkofê Amerîkî û şêwerdarê ewlehiya netewî de û herwiha behsa pêşniyarên pêşkêşkirî yên ji bo çareseriya pirsa Sûrî hatin kirin.
Navhatî cext li ser jinavbirina terorê kir wek serektirîn fayîlên hatin gengeşekirin ligel Amerîka, û bal kişand ku niha hevkariyek bihêz heye di navbera herdu dewletan de ji bo jinavbirina çavkaniyên terorê yên têne peredan li navçeyê.
Hêjayê gotinê ye ku çend aliyên siyasî rola Îranê wek aliyekî gerantor ji piroseya siyasî re yan wek çavdêr ji agirbestê re red kiribûn, û Tehran wek sedema serekî ji trajiydiyên gelê Sûriyê dibînin, ji ber piştgiriya wê ya bêsînor ji rijêma Esed re, û herwiha dibe pişt ji bo belavkirina nakokiyên mezhebî û piştgiriya terorê û pêkanîna tawanan li dijî sivîlan, û bi dûr dibînin ku Tehran bi hîç rolek gerantor rabe ji ber palpiştiya wê ya ji Rijêmê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat